'Divê Qanûna Malbatê ya Mexrîbê bê guhertin'

Endama Komeleya Tildat Naîma Xoşan bal kişand ku li ser qebûlkirina Yasaya Malbatê li Mexrîbê re 19 sal derbas bûye û destnîşan kir ku bi guhertina qanûnê ku madeyên cihêkariyê ên li dijî jin jinan cih digirin mafên jinan dikarin bên pêşxistin.

HANAN HARITE

Mexrîb - Endama Komeleya Tildat Naîma Khoushan diyar kir ku di qanûnan de madeyên cihêkariyê yên li dijî jinan hene û destnîşan kir ku divê qanûn li gorî şert û mercên îroyîn bên sererastkirin û guhertinên civakî li ber çavan bên girtin.

Naîma Xuşan a ku dixwaze di Qanûna Malbatê ya ku li dijî tundiyê hatiye derxistin de guhertin çêbibin û got: “Guhertinên ku bên kirin wê bandoreke erênî li ser rewşa civakî ya jinan jî bike. Her reformek ku em di yasa û biryaran de bikin dê destkeftên zêdetir were bidest xistin."

'Divê zewaca zarokan bê qedexekirin'

Naîma Xuşan bal kişand ser wê yekê ku bi guhertinên di qanûna Malbatê de dê rê li ber cudakariya li dijî jin û zarokên keç bê girtin û wiha gotinê xwe berdevam kir:

“Ji bo temînkirina edaletê girîng e. Ji ber ku di gelek qadên jiyanê de li hemberî jin û keçan cudakarî tê kirin. Divê zewaca zarokan bê rakirin û temenê zewacê bibe 18 sal. Ev tedbîr dê mafên keçan jî biparêze. Li aliyê din jî divê pirjinî bê qedexekirin. Ez bang dikim ku xalên 20, 21 û 22 yên Qanûna Malbatê bên rakirin. Ew xal rê didin zarokên biçûk bizewicin."

'19 sal di ser qebûlkirina Qanûna Malbatê re derbas bûn'

Naîma Xuşan diyar kir ku divê mijara vesayeta qanûnî jî li ber çavan bê girtin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Qanûna Malbatê di çarçoveya lêkolîna berfireh a ku di sala 2004’an de ji aliyê Qralê Mexrîbê  ve hatibû kirin, hate qebûlkirin. 19 sal derbas bûn. Komeleyên jinan niha daxwaza reformê di Qanûna Malbatê de dikin. Jinan bang li hikûmetê kirin ku di Îlona 2023'an de Zagona Malbatê li ber çavan re derbas bike."