‘Divê jin bi hemû cûdahiyên xwe beşdarî pêvajoya siyasî bibin’

Koalîsyona jinan bal kişandin ser giringiya jin bi hemû cûdahiyên xwe dikarin beşdarî pêvajoyên siyasî bibin û hat diyarkirin ne tenê ketina nav ji bo ên ku jiyanê avadikin de bi israr dibêjin ‘Beşdarî.’

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona jinan di 5’ê Kanûnê de di salvegera 89’emîn a destkeftiyên jinan yê bijartin û hilbijartinê li Tirkiye, li ser medayaya dijîtal parvekirin kir. Koalîsyona jinan destnîşan kir ku îro tenê nûnertî têrê nake, bal kişand ser giringiya jin bi hemû cûdahiyên xwe dikarin beşdarî pêvajoyên siyasî bibin.

‘Beşdarî ne tenê di siyasetê de, ji bo vegerandina siyasetê’

Koalîsyona jinan di parvekirina xwe de wiha bersîva pirsa ‘Çima bi israr em dibêjin beşdarî?’ da û got: “Ne tenê ji bo nûnertiyê, ji bo xwedî li qadên xwe ên jiyanê derbikevin, ji bo dîtina ked, em derdên hevdû ji bo xwe bikin derd, em cûdahiya xwe bibînin ji bo li dijî hemû cûrên cihakariyê rawestin. Ne ên bejdar bûne, ji bo bibin ên ku jiyanê ava dikin, ne tenê di siyasetê de ji bo vegerandina siyasetê.”  

 ‘Divê zagona wekheviyê derbixin’

Koalîsyona jinan bi bîrxist ku bejdariya wekhev mafek yê hemwelatiyane û wiha got: “Ev bi salane parastina derxistina zagona ‘beşdariya wekhev’ dikin. Di hilbijartinên xwecihê ên ku wê di 2024’an de were kirin, em dibêjin emê piştgiriya namzetên jin ên ku parastina wekheviya zayenda civakê dike, li gel wekhevî û azadiyê bin. Heta em hemû wekhev, em hemû azad û em hemû têr nebûn emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”