‘Divê ji bo jinên li herêmên pevçûnan dijîn piştgirî bê dayîn’

Di nava nakokî û şerên ku Rojhilata Navîn diqewimin de, herî zêde jî jin bandor dibin. Şewirmenda derûnî Latîfa Şata bal kişand ser rewşa jinên ji welatên ku alozî û pevçûn lê didomin û got ku divê ji bo jinên li herêmên pevçûnan dijîn piştgirî bê dayîn.

NEXEM KERACE

Xeza – Di nav şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn rû didin de jin astengiyan di warê derûnî, civakî û aborî de dibînin. Ji Xezaya di bin dorpêçê de bigre heya Sûriyeya ku ji şer birîndar bûye heta Sûdana ku rûbirûyî birçîbûn û tunebûnê re maye jin di nava zehmetî û astengiyan de ne.

Şewirmenda derûnî Latîfa Şata ku rewşê ji nêz ve dişopîne eşkere kir ku tehemula mirovan ji vê rewşa ku herêm tê de derbas dibe re nemaye, jin herî zêde bandorên neyînî ji van şer û pevçûnan ji hemû warên jiyanê ve, dibîne. 

Rewşa heyî bandorê li derûniya jinan dike

Li Xezaya ku obîs û topbaran lê ranewestiyaye, jin kêşanên derûnî û civakî dibînin. Latîfa Şetat der barê rewşê de wiha dibêje: “Jin di jiyana xwe de rûbirûyê mirinê dimînin, ew nikare bi ewlehî tev bigere û biçe ser karê xwe. Heya nikarin xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin. Em ne behsa hejmarên normal ên qurbaniyan dikin em behsa jinên ku jiyan û xeyalên xwe winda kirine dikin.”

Latîfa Şata diyar kir ku jinên Filistînê di aramiyê de najîn û rojane bi şêwazên cuda ku ev salek û sê meh tên qetilkirin, ev yek jî li pêşiya bêdengiya cîhanê tê kirin. Di heman demê de Latîfa Şata got ku mafê wan ê jiyanê ji wan tê dizîn.

Hejmara jinên ku li Xezayê hatine qetilkirin zêdeyî 114 hezar jin, ji xeynî ku bi hezaran di bin avahiyan de winda bûne û çarenûsa wan nehatiye diyarkirin. Jin rojane mirina kesên nas dikin dibihîzin û piraniya wan di nava bêbaweriya psîkolojîk û civakî de dijîn. Latîfa Şatat diyar kir ku heya jinên ji derveyî qada bomebaranê dijîn jî bîranînên bi êş dijîn û tirsa wan ji pêşerojek ne diyar heye û got: “Ev tirsa domdar dibe sedema nexweşiyên psîkolojîk ên wekî depresyonê, şîzofrenî û nexweşiya stresê ya piştî travmayê ku jinên Filistînî di gelek astê de diêşînin."

Sûriye birîneke ku nayê dermankirin e

Latîfa Şatat bal kişand ser rewşa jinan a li Sûriyeyê û wiha pêl da gotinên xwe: “Jin li Sûriyeyê ne tenê ewlehiya xwe winda kirin lê belê mafê wan jê hatin dizîn. Raporên dawî yên rewşa jinan belge dikin ji warê destdrêjiya li ser wan, koçberbûna bi dara zorê, binçavkirina wan û nediyarkirina çarenûsa wan rastiyek tal eşkere dike ku hiş nikare wan kiryaran xeyal bike.”

Latîfa Şatat anî ziman ku yek ji çîrokên jinên Sûriyeyê yên ku bandorê li ser kiriye ew jina ku ji zindana Saydnaya derketiye ku dibêje “Min çar zarok anîn û ez nizanim kî bavê wan in.” Latîfa Şatat dibêje: “Ev gotin kiryarên der heqê jinên Sûriyeyê de pêk tên, belge dike. Jinên binçavkirî yên ji zindanan serbest hatine berdan vê dawiyê ji îşkenceya derûnî û bedenî bigre heya destdirêjiyê kiryarên dijmirovî yên pêk dihatin eşkere dikin. Ev serpêhatî ji bo kesên rizgarbûyî bûne kabûsek domdar ji wan re, ev jî dibe sedema derketina nîşanên psîkolojîk ên pir tevlihev ên ku hewceya wan bi bernameyên rehabîlîtasyonê yên pispor heye.”

Sûdan di navbera birçîbûn û tundiya hov de maye

Jinên Sûdanê ne dûrî dîmenên reş in, salên dirêj ji pevçûn û aloziyên aborî bandoreke neyînî li ser jinan ava kir. Latîfa Şatat da xuyakirin ku şert û mercên jinên Sûdanê trajîk in ruxmî ku ev alozî ne nû ye li ser herêmê û bal kişand rewşa jinan di aloziya ku herêm dijî: “Zêdebûna rêjeya tundiyê û aloziya birçibûnê hişt ku zehmetiyên jinan zêdetir bibin, di heman demê de ne peydakirina ewlehiyê jî weke kabûsek domdar e ji bo jinan. Trajedî li Sûdanê ne tenê qetilkirin û koçberbûn e lê belê hiştiye ku jin di nava rewşên xeter de bijîn. Bi taybetî li herêmê destdirêjiya komî û bi dara zorê zewicandina jinan di bin tehdîda çekan de gelek rû daye. Bi demê re ev zext vediguherin nexweşiyên psîkolojîk ên cidî yên ku hewceyê wan bi dermankirina giran, ne tenê danişînan heye.”

Latîfa Şatat di dema xebata xwe ya bi jinên koçber re behsa ezmûneke meydanî kir û got: “Jinên li Sûriye Filistîn û Sûdanê di nava wan de nimûneyek wan a hevpar heye ew jî hesta wan a bêçaretiyê û windakirina kontrolê ye. Her wiha jinên ku min nas kir û şahidiya wan bihîst, barekî giran ji êş û bîranînên bi êş digrin.”

‘Divê ne tenê alîkariya madî piştgiriya derûnî jî were dayîn’

Der barê riya çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re Latîfa Şatat wiha got: “Pirsgirêk û aloziyên ku jin pê re rûbirû dimînin bi alîkariyê madî çareser nabin divê yekem piştgiriya psîkolojîk hebe. Li kêleka wê pêwîstî bi bernameyên avakirina baweriyê heye û destek bidin wan heya ku ji van aloziyan derdikevin. Ji bo vê jî ne tenê hewldanên ferdî yan jî herêmî hewldanên koordînekirî yên navneteweyî hewce dike.”

Di dawiyê de Latîfa Şatat bang li saziyên hiquqî û mirovî kir ku destek bidin van jinan û ji wan re bibin piştgirî heya ku ji van kabûsan derbikevin û wiha got: “Jin stûna civakê ne, ger jin ewlehiya derûnî û civakî winda bikin tê wateya ku civak bi temamî tê windakirin û hilweşandin. Ji ber van êş û azarên dijwar, jin li Rojhilata Navîn bûne sembolên îstîqrar û berxwedêriyê lê sekna wan bi tena serê xwe ne bes e divê civaka navneteweyî bizanibe ku piştgirîdayîna jinan li herêmên bi nakok veberhênanek e ji bo pêşeroja nifşên pêşerojê.”