‘Divê ciwan li hember peymanê Lozanê hişyar bin’

Çalakvan Rojyar Xale Heso diyarkir ku divê ciwan dîrokê baş bizanin, hişyar bin û rê nedin dewletên dagirker fikir û mejiyê wan têk bidin. Ciwan dikarin Peymana Lozanê bi hilweşînin.

ŞÎLAN SALIH

Silêmanî- Dijminê Kurdan hertim çav berdaye ser xaka Kurdistanê û hewla tunekirina nasname û zimanê Kurdî dane. Bi rêya drama û pirtukan dixwazin di Kurdan de hestên welatparazê tune bibe. Ji ber wê bandora nerênî ya Peyman Lozanê bi taybet li ser ciwanan gelek heye. Ji bo çareseriya wê divê ciwan hişyar bin û bandora nerênî ya vê peymanê his bikin û hewla hilweşandina wê bidin. Nivîskar û Çalakvan Rojyar Xale Heso der barê bandorên nerênî yên Peyman Lozanê li ser ciwanan de ji ajansa mere axivî. 

‘Peymana Lozanê ji bo pêşketina zimanê Kurdî rêgirî bû’

Nivîskar û Çalakvan Rojyar Xale Heso diyar kir ku peymana Lozan rêkeftinek siyasî di navbera dewletan de ji bo parçekirina xaka Kurdistanê bû, bivê peymanê tiştek bi navê Kurdî nehêla û wiha got: “Peymana Lozanê ji bo pêşketina zimanê Kurdî rêgirî bû, tenê ji bo ew Kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê ku bi Kurdî di axivin û dinivisin. Bi saya peymana Lozanê ciwan û jinên Kurd rastî gelek pirsgirêkên derûnî û fikrî hatin. Herçendî divê demê de li dijî şer û êrîşan xwedî helwest bûn, divê helwestek ya me a fikrî hebe. Divê bi dirûşemeya Kurdistan yek parçeye, her wiha kesan hişyar bikin û giringî bidin mijara Kurdistanê daku ev peymane carek din dûbare nebe.”

Rojyar Xale Heso da zanîn ku ew sîstema piştî peyamana Lozanê tê rêveberin, wisan kiriye ku bi rêya drama, sîmena û pirtukan ciwana mijul bikin û ji Kurdbûnê dûrbixin û got: “Ji ber piraniya ew pirtukên ku di wergerînin zimanê Kurdî destkariyek zêde li navaroka wê dikin, da ku ciwan ji huner û rewşenbiriyê dûr bikevin. Ji bo vê mijarê divê hişyarî werin belav kirin, daku kesên Kurd bandora neyînî ya peymana Lozanê hîs bikin û bi hilweşandina vê peymanê re wê çawa bandorek erênî bi xwe re bîne.”

‘Divê ciwan dîrokê bixwîne’

Rojyar Xale Heso destnîşan kir ku weke jinek ciwan a Kurd beştarî heştega 100- Lozan bûye û got: “Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku ez van hemû ciwanên xwîn germ dibinim û ji bo hilweşandina vê peymanê kar dikin. Peyama min ewe ku giringî bidin ciwanan, ciwanên welatparêz hişyar bin û rê nedin dewletên dagirker fikir û mejiyê wan têk bidin. Bivî awayî dikarin di pêşerojê de bingehê Kurdistanek bi hêz danin. Divê ciwan bi rêya xwendinê hişyar bibe û der barê dîrok û bûyeran de bibe xwedî agahî.”

Rojyar Xale Heso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinan ji dîrokê ve xebat dane meşandin û ked dane, ji ber wê divê di hemû çalakiyan de behsa vê rola giring ya jinê were kirin. Mixabin heta niha li Başûrê Kurdistanê ji bo Zara Mihemedî ku amade bû jiyana xwe ji bo zimanê Kurdî gorî bike û li beramberî rejîma Îranê raweste nekirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê li beramberî jinan ji ber ku Kurd bûn tundîtûjî pêkhat. Lê belê tu alîyek ne amedeya behsa vê yekê bike. Daxwaza min ewe ku rola jinên Kurd nîşanî hemû  cîhanê were dayîn çi bi rêya film, sinema û dokumenter be.  Çewisandina rola jina li Başûrê Kurdistanê wisan kiriye jin dernekevin pêş û aqlê mêrsalarî serdest bibe.”