“Divê Berxwedana jinên Şengalê ji nêz ve were dîtin”

Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ya Ewropayê ji bo xebat û rewşa gelê Şengal û bitaybet jinên Şengalê ji nêz ve nasbikin berê xwe dan Şengalê.

  
ELMAS NAYİF
Şengal - Piştî fermanê gelê Şengalê xwe di her warî de ji nû ve bi rêxistin kir. Ev gelê ferman dîtî cara yekê bi îrade û keda xwe ji ewlehî bigire heya xwe rêvebirinê, di hemû pêdiviyên civakê de xwe erkdar kirine. Sazî û dezgehên xwe avakirin di van 7 salan de ev gelê ku bi berxwedaniya xwe ji tunebûnê hebûn ava kirî bala tevahî cihanê kişade ser xwe. Di van salan de rexmê êriş, gef û pilanên li ser bawerî, çand û axa wan jî karîne bê rawestan pergala xwe ava bikin. Ji bo wê hêz û taqeta gel û bi taybet jinên Şengalê bê navber serdan û piştgiriyên sazî û dezgehên cûda cûda ji Şengalê re çêdibe. Yek ji van jî serdana Sîwana Meclisa Jinên Êzidî yên Ewropayê ev 3 roje li Şengalê mêvanin û ji bo nasîna xebat û rêxistina gel sazî bi sazî digerin. Îro jî Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  li gel Şandeya Sîwan Meclisa Jinên Êzidî yên Ewrupayê çûn solakê seyranek bi hev re kirin. 
“Bi rêxistinbûnê serkeftin gengaze”
Endama TAJÊ Hena Elyas di derbarê serdana Şandeyê de got: “Em bi hatina Şandeyê  kêfxweşin. Em dixwazin tevahî jin ji bo bikaribin li beramberî vê pergala qirêj azad bijî, di nava rêxistinên jinan de cih bigirin. Ji ber enceq bi rêxistinê em bikaribin serbikevin.”  
“Ji bo zarok û jinên Şengalê pirojên me yên nû hene”
Berdevka Siwana Meclisa Jinên Êzidî yên Ewropayê Nurê Alkiş jî di derbarê serdana şandeya wan a Şengalê de got: “Berî her tiştî ez ji warê piroz silav û rêzên xwe ji her kesê re dişînim. Bi salaye weke sîwan em kar û xebatên xwe yên li ser jina Êzidî li derveyî welat didin meşandin. Ji bo avakirina (TAJÊ) jî me kar û xebat da meşandin. Berxwedana jinên Şengalê ji me jinên sîwanê re bûbû hesret. Hinek hevalê me hatibûn lê ez bi xwe nehatibûm. Me xwest em hêza jina Şengalê hest, bawerî, rêxistin û xebatên wan ji nêz ve bibînin. Em şanazin ku em hatine vir serpêhatiyên jinên Şengalê guhdarî dikin. Jina Şengalê ji dûr ve ditin cudaye li vir gelek cûdatire. Me li vir endamên TAJÊ’ê ji nêz ve ditin, me meclisên gel dîtin, her wiha dîtina Şehîtgeh û baxçeyê Rêbertî bi me tevan re hestên pir cuda ava kir. Armanca me hem nasîn hem jî pilansaziyeke hevbeş a din ava TAJÊ û Sîwanê de dana avakirin e. Em çawa bikaribin jinan rêxistin bikin, pirskirêkên heyî derbaz bikin û xwe bi hêztirbikin. Li ser van babetan niqaş û guftogoyên em çêdibin. Her wiha pirojeyên nû ji bo zarok û jinên Şengalê em dixwazin hevbeş avabikin.”
Nisan Elî ya Şengalî jî got: “Em xêrhatina Şandeya sîwanê dikin. Wek gelê Şegnalê me hêz û moral ji wan girt. Weke jinên Êzidî di vê em li kûr jî bin yekbûn û xebatên me hebin û divê me xwe rêxistin bikin. Em bi şandeyê re li Şengalê digerin. Nirxandinên me yên ji bo danasina Şengalê bi wan re çêdibe, her wiha ji bo berxwedana me bi hêztir bibe me bi hev re guftogokir. Em dubare xêrhatina wan dikin. Wek jinên Şengalê em wê her ji bo avakirina aramiyê di dwarê xwe de tekoşîn bikin. Îro jî me xwest em bi hev re seyranekê bikin ji bo wê em hatine solakê.”