‘Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bûye felsefeya têkoşîna kolektîf a jinan’

Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê bi boneya çaremîn salvegera şoreşa "Jin Jiyan Azadî" daxuyaniyeke da û diyar kir ku ev felsefe li cîhanê deng vedaye, her wiha soza parastina jiyana azad û îradeya jinan hate dayîn.

Navenda Nûçeyan — Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê, bi boneya çaremîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Nûnertiyê diyar kir ku: “Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bûye felsefeya têkoşîna kolektîf a jinan li dijî pergalên teokratîk û baviksalar. Li şûna çareseriyeke demokratîk, rejîma Îranê bi rêya cezayê darvekirinê serî li tundî, girtin û afirandina atmosfereke tirsê daye.”

 Daxuyaniya ku li Desteya Koordînasyona Nûnertiya Kongra Star hate dayîn, ji aliyê Endama Kongra Star Berfîn Şêxo ve hate xwendin.

Beriya ku daxuyanî were xwendin, di kesayeta Şilêr Resûlî û Jîna Emînî de ji bo tevahiya cangoriyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” û Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Ev felsefe li seranserê cîhanê deng vedaye’

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyar kirin ku rêya ji aliyê cangoriyan ve hatiye vekirin, têkoşîna azadiyê ya jin û gelan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xurtir û berfirehtir dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Jin Jiyan Azadî” ne tenê dirûşmeyek e, ew felsefeyeke jiyaneke azad e ku azadiya jinan dike bingeha azadiya civakê ye. Berfîn wiha anî ziman: “Îro, ev felsefe li seranserê cîhanê deng vedaye û bûye amûrek ji bo têkoşîna kolektîf a jinan li dijî pergalên teokratîk û baviksalar. Li şûna çareseriyeke demokratîk, rejîma Îranê bi rêya cezayê darvekirinê serî li tundî, girtin û afirandina atmosfereke tirsê daye.”

Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyên jin ên li girtîgehên Evîn û Qerçekê hate silavkirin û wiha hate gotin: “Em bi taybetî berxwedana Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Bîta Hêmetî û Erxewan Felahî ji dil û can silav dikin. Em tekezî li ser zindîhiştina bîranîn û domandina têkoşîna şehîdên darvekirî yên wekî Arezû Rastad dikin.”

‘Em soz didin ku em ê jiyana azad biparêzin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê ji îradeya gel ditirse û daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Bilindbûna asta tepeserkirinê nîşana hêza rejîmê nîne. Berevajî wê, ew tirsa kûr a desthilatdaran ji îradeya gelan nîşan dide. Em soz didin ku em ê jiyana azad, civaka demokratîk û îradeya jinan a ji bo rêxistinkirina berxwedana jinan ji Rojava heta Rojhilat û li seranserê cîhanê biparêzin.”