Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ di şoreşên civakî yên Kurdistanê de xwedî kokên kûr e- GOTAR

MARIYA KEREMÎ

Bi nêzbûna salvegera Şoreşa "Jin Jiyan Azadî" re, Komara Îslamî careke din mijara hîcabê kiriye yek ji mijarên sereke yên li qada giştî li Îranê. Hîcab di nêrîna ewil de, dibe ku tenê wekî nakokiyeke olî û çandî ya têkildarî cil û bergên jinan xuya bike lê belê di kûrahiya vê mijarê de pirseke pir mezintir heye: Gelo kî xwediyê mafê biryardayîna li ser beden, jiyan û bijartinên mirovan e?

Di Komara Îslamî de, hîcaba mecbûrî tu carî tenê nebûye biryareke olî. Hîcab, kêliya ku hikûmetê ew veguherand neçariyek yasayî û siyasî, bû sembola nasnameya pergalê û amûreke sepandina desthilatdariyê ya li ser jiyana rojane ya welatiyan. Lewma jineke ku li kolanê hîcaba xwe derdixe yan jî bi awayê ku hikûmetê diyar kiriye xwe napêçe, li gorî nêrîna hikûmetê ne tenê bijartineke kesane dike, di heman demê de bi awayekî rasterast li dijî mafê dewletê yê destwerdanê jî derdikeve.

Di rastiyê de pirsgirêka bingehîn ne hîcab e, mafê hilbijartinê ye. Gelo jin xwediyê beden û jiyana xwe ne yan dewlet, polîs, bav, bira, mêr û pêkhateyên baviksalar dikarin li şûna wan biryaran bidin? Jina ku hîcabê hildibijêre divê azad be, jina ku naxwaze hîcabê bi kar bîne jî divê xwediyê heman mafê hilbijartinê be. Ger hîcab bi darê zorê were ferzkirin, ev ne azadî ye; di heman demê de ger bê hîcabîjî bi darê zorê bê ferzkirin, ev jî nabe azadî ye. Ya herî girîng ew e ku kes çawa bixwaze wisa bike û mafê wê yê/î yê hilbijartinê heye.

Lewma bi nêzbûna salvegera kuştina Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" re, mijara hîcabê careke din bi hestiyariyeke mezin ket rojeva raya giştî. Ji bo hikûmetên otorîter, salveger ne tenê dîrokek e, tê wateya bîranînê û dema ku bîranîn xwediyê hêza seferberkirina civakê be, dikare li dijî desthilatdariya siyasî bibe gef.

Bi kuştina Jîna Emînî re çirûska şoreşê li Îranê belav bû

Jîna Emînî ya di 13’ê Îlona 2022’an de ji Seqizê çû Tehranê, piştî ku ji aliyê Dewriyeya Îrşadê ve hat binçavkirin, ji ber îşkenceya ku dît jiyana xwe ji dest da. Mirina wê di çarçoveya bûyereke ji rêzê de nema. Jineke Kurd ji Kurdistanê çû paytexta Îranê, li wir hat binçavkirin û kuştin. Ev yek bû sedem ku çirûskek şoreşê li seranserê Îranê belav bibe.

Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku di şoreşên civakî yên Kurdistanê de xwedî kokên kûr e, di demeke kurt de ji bo beşeke mezin a civaka Îranê bû zimanekî hevpar. Di vê heyamê de pirsgirêk êdî ne tenê hîcab bû; ji zilm û cudakariyê bigre heta qeyranên aborî û siyasî, gelek gilî û gazinc hebûn.

Lewma Komara Îslamî hewl dide Şoreşa "Jin Jiyan Azadî" wekî bûyereke demkî yan jî encama tevliheviyên ji aliyê derve ve hatine teşwîqkirin, nîşan bide. Ji bo ku hikûmet vê yekê piştrast bike diviyabû wêneyekî cuda yê civakê pêşkêş bikira. Civakeke oldar, kevneşopî, baviksalar û dilsozê nirxên fermî yên pergalê. Di vê çarçoveyê de xwepêşandanên kolanan, jinên Basîc, mirovên ku kefen lixwe dikin, malbatên karmendên ewlehiyê yên hatine kuştin û komên oldar, parçeyekî hewldana avakirina wêneyekî bi vî avayî ne.

Lê bele ev nîşandana berfireh a hêzê jî nîşaneya nîgeraniyek e. Hikûmeteke ku baweriya xwe bi piştgiriya rast a civakê tîne, hewce nabîne hêza xwe ewqas nîşan bide. Gava ku desthilatdariya siyasî neçar dimîne ji bo piştrastkirina rewatiya xwe serî li meşên kolanan, Basîcan, çalakiyên olî û propagandayên birêxistinî bide, ev pirs derdikeve holê: Gelo ev nîşaneya hêzeke rastîn e yan nîşaneya tirsa ji hilweşandina îmaja hêza xwe ye?

Ev pirs, dema ku rewşa navxweyî ya Îranê li ber çavan tê girtin, girîngtir dibe. Komara Îslamî ne tenê bi mijara hîcabê re rûbirû ye; welat bi rêzeqeyranên bi hev ve girêdayî yên wekî enflasyon û buhabûna jiyanê, kêmbûna hêza kirînê, qeyrana xaniyan, bêkarî û koçberî, kêmbûna av û enerjiyê, daketina nirxê pereyê neteweyî, gendelî, dorpêç, zextên derve, bêîstîqrariya herêmî, qeyrana baweriyê û kûrbûna valahiya navbera civak û hikûmetê re rûbirû ye.

Ji nû ve anîna rojevê ya mijara hîcabê xizmeta armanceke siyasî ya taybet dike

Di rewşeke wiha de, ji nû ve anîna mijara hîcabê bo navenda siyaseta navxweyî dibe ku xizmeta armanceke siyasî ya taybet bike. Çareserkirina enflasyon û bêkariyê, çareserkirina qeyranên av û enerjiyê û vegerandina baweriya gel gelekî dijwar e; pêkanîna reformên siyasî ji hemûyan dijwartir e. Lê belê kontrolkirina şêwaza cil û bergên jinan ji bo saziyeke ku balê dikşîne ser ewlehiyê hêsantir e. Ew ê kamerayan bi cih bike, cezayên pereyan bide, mirovan binçav bike, dikanan bigre û hêzên ewlehiyê bişîne kolanan.

Bi vî awayî, qeyraneke aborî û siyasî ya bi aloz vediguherînin mijareke hêsan û exlaqî. Pirsgirêka civakê wekî nebûna hîcabê tê nîşandan. Gava mirov behsa buhabûna jiyanê û xizaniyê dikin, hikûmet behsa exlaq dike û dema ku der barê gendelî û têkçûnê de pirs derdikevin holê, hikûmet mijarê tîne ser hîcabê. Her wiha gava mirov daxwaza azadiyê dike, hikûmet jî behsa ewlehiyê dike. Bi vî awayî, hîcab dibe amûreke guhertina mijara bingehîn ji pirsa; “Gelo civak çima nerazî ye?" derbasî "Çima jin hîcabên xwe bi awayê ku hikûmet dixwaze li xwe nakin?" dibin.

Di vê pêvajoyê de, pergala baviksalarî jî dibe parçeyek ji pevçûnê. Dirûşmên wekî "Xîreta we li ku ye?", "Rûmeta we li ku ye?" û "Namûsa we li ku ye?" ne tenê îfadeyên olî ne, ji hişmendiyeke baviksalarî ya ku jinan wekî hilgirê qedir û rûmeta mêr û malbatê dibîne, çavkaniyê digrin.

Di vê têgihiştinê de êdî bedena jinê ne aydê wê ye, vediguhere "namûsê." Cil û bergên jinê vediguherin pîvana xîretparêziya mêr û bijarteyên wê jî vediguherin mijareke girêdayî rûmeta malbatê. Lê belê pirsa bingehîn ev e: Gelo çima rûmeta mêrekî bi porê jinek ve tê girêdan? Gelo çima divê bedena jinek bibe pîvana rûmeta mêrekî din?

Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê li dijî hîcabê bû

Ev pirs digihîjin ruhê şoreşa  "Jin, Jiyan, Azadî." Ev şoreş ne tenê li dijî hîcabê bû, dijberiyeke li dijî rêza têkiliyên hêzê bû ku tê de jin neçar mabûn mafên xwe yên têkildarî beden, bijarte û jiyana xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, serhildana jinan a li dijî hîcaba mecbûrî, nayê wateya ku ew tenê çalakiyeke çandî ye; ev helwesta dijberiyê dibe parçeyek guhertineke kûrtir a di navbera civak û dewletê de.

Jinên Basîc û jinên alîgirên hikûmetê jî beşek ji hewldanên ji bo guhertina wêneyê vê pevçûnê ne. Ger jin tenê rûbirûyê hêzên ewlehiyê yên mêr bimana, rewş dê pir zelal bûya; wê hikûmet û hêzên çekdar li dijî jinan bûna. Lê belê bi anîna jinên alîgirên hikûmetê ya qadê re, armanc ew e ku pevçûn wekî "jin li dijî jinê" ne were nîşandan. Lê belê pirsgirêka bingehîn ne ew e ku kîjan jin hîcabê bi kar tîne kîjan bikar nayne; pirsa bingehîn ew e ku gelo herdu jî têkildarî jiyana xwe xwedî mafê biryargirtinê ne yan na.

Ji ber vê yekê divê jina ku bi biryara xwe hîcabê bikar tîne jî azad be û jina ku naxwaze hîcabê bikar bîne jî xwedî heman azadiyê be. Azadî tenê dema ku bijartin li ser esasê azadiyê be, watedar e. Pirsgirêka sereke ne hîcab an nebûna hîcabê ye, pirsgirêk neçarkirin û mafê biryardayînê ye.

Di vê çarçoveyê de, serhildana sivîl a jinan yek ji şêwazên herî kûr ên rûbirûbûna bi hikûmetê re ye. Sedema vê yekê ne ew e ku her jineke bê hîcab çalakvaneke siyasî ye, dibe ku bi hezaran an jî bi milyonan çalakiyên bi vî rengî dikarin yasayeke ku berê wekî tiştekî neguherbar dihat dîtin, vala derxin û têk bibin.

Hêza mayînde tenê bi neçarkirinê nayê avakirin, di heman demê de pêdiviya wê bi pejirandina civakê jî heye. Ger ji bo sepandina yasayek bi berdewamî pêdivî bi polîs, girtîgeh, cezayê pereyan, kamerayên çavdêriyê û gefan hebe divê mirov vê pirsê bike: Gelo ev yasa hê rewa ye yan tenê bi riya bikaranîna hêz û zextê tê sepandin?

Pêkanînên heyî qeyranê girantir dikin

Di vê çarçoveyê de xwepêşandanên kesên ku kefen li xwe dikin û dirûşmên bi tirsandina ji şerê navxweyî, bêolî û hilweşînê, dikarin wekî hewldaneke ji bo çêkirina tirsa ji guhertinê werin dîtin. Peyama veşartî ew e ku ger pergala heyî hilweşe dê ji bilî kaosê tiştekî din nemîne. Lê belê civaka Îranê bi salan e ji ber lêçûna bilind a jiyanê û ji enflasyonê bigre heta bêkarî, koçberî, kêmbûna av û enerjiyê û bêîstîqrariya aborî, bedela vê qeyranê dide.

Di heman demê de, pirsgirêkên ku Îran pê re rûbirû ye divê ne tenê bi cezayan û zextên derveyî ve werin girêdan. Pêkanînên heyî qeyranê girantir dikin lê bêserûberiya pergalê, gendelî, polîtîkayên aborî yên xirab û nebûna saziyên berpirsyar jî di vê rewşê de rol dilîzin. Ev qeyranên ku ketine nava hev, her diçe hikûmetê ber bi kontrol û tepeserkirina civakî ya zêdetir ve dibin. Girtin, îşkence, darizandin û darvekirin ne tenê rêbazên cezakirina mirovan in; ev pêkanîn bi demê re ji bo tevahiya civakê dibin peyamek.

Gelo Komara Îslamî ji çi ditirse?

Komara Îslamî ne ji çend tayên por, ji wateya civakî ya vê yekê ditirse. Bê hîcabî dibe ku bijartineke kesane be lê dema ku bi milyonan jin bi vî awayî tevdigerin, hêza yasaya hîcaba mecbûrî ya ji bo kontrolkirina civakê dikeve ber lêpirsînê.

Dibe ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li kolanan hatibe tepisandin lê nayê wateyê ku guhertina civakî bi dawî bûye. Şoreş, carna beriya ku li kolanan bi ser bikevin, di hiş û şêwazên jiyana mirovan de guhertinan çêdikin.

Guhertinên di şêwaza jiyanê de, bêîtaetiya sivîl, guhertina nêrînên nifşê ciwan, lawazbûna baweriya bi vegotina fermî û veguherîna têkiliya di navbera welatî û dewletê de, dikarin bibin sedema berdewamiya şoreşê ya di jiyana rojane û kolanan de.

Jîna Emînî, ji bo Komara Îslamî ne tenê navê jineke ciwan e, sembola kêliya ku pirsgirêkên kûr ên civaka Îranê bi hev re tên girêdan e. Jin û dewlet, civak û hikûmet, Kurdistan û navend, nifşê ciwan û pergala kevneşop, azadiya kesane û desthilatdariya siyasî…

Civak daxwaza jiyana bi rûmet û azad dike

Lewma çar sal piştî vê bûyerê, pirsa bingehîn ne ew e ku gelo hikûmet dikare hîcabê kontrol bike yan na. Pirsa kûrtir ev e: Gelo çima hikûmet ji bo kontrola hîcabê, berdêla siyasî û ewlehiyê ya ewqas giran dide?

Bersiva vê pirsê di qeyrana kûr a têkiliya di navbera hikûmet û civakê de ye. Dibe ku Komara Îslamî bikaribe kolanan kontrol bike lê ev nayê wateyê ku civakê kontrol dike. Dikare dirûşman qedexe bike û dîmenan desteser bike lê nikare pêşî li hebûna bîranîn û ramanên mirovan bigre. Dikare jinan neçarî hîcabê bike lê nikare bi hêsanî têgihîştina azadî û mafê hilbijartinê yê ku piştî bûyerên sala 2022’an derket holê, berevajî bike.

Pirsgirêka bingehîn ne hîcab e; pirsgirêk ew e ku dê kî jiyan û nasnameya Îraniyan diyar bike. Dema ku desthilatdarî hewl dide jinan li gorî tercîhên xwe pênase bike, beşeke mezin a nifşê nû dixwaze jin bi xwe nasname û jiyana xwe diyar bikin. Civak daxwaza jiyana bi rûmet û azad dike.

Gelo xwediyê rastîn ê jiyana mirov kî ye?

Lewma mijara hîcabê ne tenê mijara pêçan an nepêçanê ye, têkoşîneke di navbera neçarkirin û hilbijartinê de ye. Her wiha ev ne pevçûnek e di navbera ol û bêoliyê de ye, têkoşînek e ji bo mafê kesan ku têkiliya xwe ya bi jiyan û baweriyên xwe re diyar dikin. Pirseke kûrtir heye: Gelo xwediyê rastîn ê jiyana mirov kî ye?

Heta ku bersiva hikûmetê "dewlet" be bersiva beşeke mezin a civakê "mirov bi xwe ye" be dê ev pevçûn berdewam bike.

Sedema ku her sal di dema nêzbûna salvegera Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de Komara Îslamî vedigere ser mijara hîcabê, zextên li kolanan, Basîc, têgehên namûsê, nîşandana hêzê û hewldanên tirsandina civakê, ew e ku hê jî bi rastiya ku di meha Îlona sala 2022’an de derket holê re hevrû nebûye. Civakeke ku carekê daxwaza mafê xwe yê hilbijartinê kiriye dê bi hêsanî razî nebe ku ji nû ve bikeve bin îtaeta bi zorê.