Di êrîşên eyaleta Kordofana Başûr de 26 sivîl mirin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di du êrîşên cuda yên li Kordofana Başûr de jin û zarok jî di nav de 26 sivîl mirin. Bi zêdebûna pevçûnan re li herêmê koçberbûn zêde dibe û kûrbûna qeyrana mirovî dibe sedema fikaran.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên li ser eyaleta Kordofana Başûr berdewam dikin, sivîl tên qetilkirin û rewşa mirovî bi lez xirabtir dibe. Her ku qada pevçûnê ya di navbera hêzên şer de berfireh dibe, hişyariyên zêdebûna pirsgirêkên gelê herêmê jî zêde dibe.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, duh ragihand li deverên Dibi û Luwerî ya başûr û rojavayê bajarê Kauda ya li Kordofana Başûr a qabiley Atora dijîn, ji aliyê koma bi navê "Tevgera Gelê Bakur"a girêdayî Hêzên Piştgiriya Lezgin ve êrîş pêk hatin. Di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 21 kes mirin û gelek niştecihên herêmê ji cih û warên xwe bûn.
Torê, êrîş şermezar kir û hêzên "Tevgera Gelê Bakur" bi hedefgirtina sivîlan a li gorî nasnameya wan a etnîkî û koçberkirina bi darê zorê ya gelek kesan ji malên wan tawanbar kir. Torê, diyar kir ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî û binpêkirina qûralên têkildarî parastina sivîlan e.
Torê, di daxuyaniya xwe ya berê de jî, ragihand ku di êrîşa li dijî bajarê Dillingê de jî yek zarok 5 kes hatine û gelek kes birîndar bûn. Bajara ku nêzî du salan di bin dorpêçê de bû, di 26’ê Çile de ji aliyê artêşê ve rêya gihîştinê hatibû vekirin.
Torê, beriya çend rojan jî gihandibû ku di êrîşên li ser Kordofana Başûr de 4 zarok bi giştî 26 kes hatine kuştin.
Ji 25’ê Cotmeha 2025’an û vir ve pevçûnên di navbera artêşa Sûdanî, Hêzên Piştgiriya Lezgin û hevalbendên wan ên li herêma Kordofanê de koçberiyê zêde kir
Di şerê ku ji Nîsana 2023’an û vir ve berdewam dike de, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 13 milyon kes ji cih û warên xwe bûn û qeyranekî giran a mirovî tê jiyîn.