‘Dîroka ku Nagîhan vedigot dîroka heqîqeta jinê bû’

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi pêşengtiya Komîteya Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê hat bibîranîn.

Mexmûr-  Bi pêşengtiya Komîteya Jineolojî ya wargeha penaberan a Mexmûrê ve endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin, beriya merasîma bîranînê ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûr Fîlîz Budak axivî.

Fîlîz Budak diyar kir ku her jina ku di sîstema jineolojî de xwe pêşxistiye îro ji bin dîwarê sîstema kapîtalîst kevirekê derdixe û wiha got: “Her jinekî ku îro ji zanista Jineolojî bawer dike, darbeyekî li zanista pozîtîvîst û desthilatdar dixe û ev di demekî kurt de pêkhat. Sala 2008’an de Rêbertî weke gotin danî holê, 2011-2012’an de konferansên xwe da pêkanîn û di nava demekî ewqas kurt de beşekî zanistê ewqasî belav buyîn encex jêre hewarîtî bûyînek wek hewariyên Îsa dixwaze ku hevalên jin ên di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digrin bi wî şêweyî nêzîkî Jineolojî bûn ku di xeyalên 10 an 12 salan de zanistekî belaveyî cîhanê bu. Ev bu bingehê avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê ku hîna wek çirûskek li ezmanan dibiriqe.”

‘Bi fikrê şoreşgerî xebat dida meşandin’

Fîlîz Budak wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di demê ku ewqas pergal êdî pêwîstî bi zanistekî nû nabîne li gorî xwe belavbuyîna Jineolojiyê di cîhanê de keda Nagîhanan bû. Heval Nagîhan beriya ku destbi xebatên Jinolojiyê bike jî li ser dîroka jinê jî lêkolînan dikir. Dema ku karê çapemenî û rojnamevaniyê dikir bi temamî dildarê derxistina heqîqeta li ser ruyê erdê yê jinê bû. Li Bakurê Kurdistanê dema vê xebatê dida meşandin û piştî avabûna Jineolojî wek kedkarekî heqîqetê li ser şopa heqîqeta jin li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Mexmûr destbi xebatên lêkolîn kirina jinê kir. Dîroka vedigot dîroka hebûna heqîqeta jinê bû. Ji ber wê yekê heval Nagîhan ewqas ket çavê dijmin. Ji ber ku di dema fikir de çêkerek hilweşand, ser xwe ve hatina wê çêkerê ne gengaze. Heval Nagîhan şoreşgerekî fikrî yê bi pergala Rêber APO ya Netewa Demokratîk xwe pêşxist û li beramberî pergala kapîtal ji bo hilweşandina wê û derewên ên hezar salî derxe holê, xebat dida meşandin.”

Fîlîz Budak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê bi edaleta jinê pergala desthilatdar were hilweşandin û herkes dinava pergalek wekhev de bi hevdu re wekhev jiyan bike.

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser jiyana Nagîhan Akarsel hatibû amedekirin, hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.