Dîrok nade ji bîrkirin: 16’ê Adara 1978’an Komkujiya Beyazît
Li ser Komkujiya Beyazîtê ya 16'ê Adara 1978'an sal derbas bûn. Der barê qetlîamê de doz û rûbirûbûneke bandorkêr pêknehat. Bi polîtîkayeke hişmendî re serê bûyerê hat nixumandin.
Navenda Nûçeyan - Di dîroka 16'ê Adara 1978'an de saet di 13.45'an de li Kampusa Beyazîtê ya Zanîngeha Stenbolê komkujiyek pêk hat. 7 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û 41 xwendekar jî di êrîşa bombeyî û pêvçûna çekdarî de ya piştî wê pêkhat de birîndar bûn.
Beriya ku em werin ev roja dîrokî, divê em binêrin ka li Tirkiyeyê çi dibû û çi nedibû. Tirkiye bi hikûmeta Ecevîtê ketibû sala 1978’an. Di wan rojan de qeyrana aborî ya ku herî zêde dihat axaftin re jiyan dijwartir bibû. Di vê pêvajoyê de pêvçûnên ku şert û mercan hîn dijwartir dihat jiyîn. Kaosa ku bi qetlîama Taksîmê ya 1’ê Gulana 1977’an derket holê hema bêje li her derê belav bibû. Li Tirkiyeya ku şerekî navxweyî ku navê wê nehatibû dayîn, hemû kes hedef bû.
Zanîngehan ji aliyê faşîst û polîsan ve hat dorpêçkirin
Yek ji qadên ku herî zêde giranî lê dihat jiyîn kampusên zanîngehan bû. MHP'ê li gelek deveran terorên navenda wê Ocaxên Ulku dirêşand. Faşîstên li zanîngehan bi cih bûne xwendekarên şoreşger negirtin dibistanan, perwerdeya wan û bi hevra tevgerkirina wan asteng dikir. Dema faşîstan ev tiştan dikirin, piştgiriya polîsan jî digirtin. Şahidên wê serdemê diyar dikin ku gelek zanîngeh û fakulte di bin dagirkeriya faşîstan de bûn. Lê belê xwendekarên şoreşger ên piştî demek li hev civiyan, hemû tiştan berçav girtin û şerkirin be jî, ketina zanîngehan bi ser xistin.
Guhertina bal dikşîne
Xwendekarên şoreşger çûyina dibistanên xwe bi ser dixin, lê gefên li dijî wan berdewam dike. Ciwanên ku ji dibistanê bi awayekî komî li dijî êrîşên derketin, bi taybetî ji xalên dihatin diyar kirin re bi hev re meşiyan û belav bûn. Dema dîrok 15’ê Adara 1978’an nîşan da, komek faşîstên Zanîngeha Stenbolê bi piştgiriya polîsan bi kevir û daran êrîşî xwendekarên ku bi komî ji dibistanê derketin kirin. Hêzên faşîst ên ku li hemberî vê êrîşê nekarîn berxwedanê bi ser bixin, neçar man ji belav bibin. Rojek piştî 15’ê Adarê guhertinek ku bala hemû kesê dikşîne pêkhati bû. Polîsên li ber derî hatibûn bi cihkirin hatibûn guhertin. Li ser serê wan Komîser Reşat Altay ku îro navê wî ji cînayeta Hrant Dînk nas dikin, hebû.
Bomba avêtin nava xwendekaran
Dema saetan 13.45’an nîşan da xwendekaran ji deriyê sereke dest bi derketine kiribûn. Tam vê demê faşîstan li wir ciwanên şoreşger bi dirûşmeyên “Beyazit dê ji komunîstan re bibe gor” pêşwazî kirin. Xwendekarên ku bi komî dimeşiyan, dema hatin Fakulteya Dermanxaneyê ji nava wan re bombeyek hat avêtin. Piştî dengê bombeyê jî dengê çekan bilind bû. Xwendekar di nava guleyan de man. 5 xwendekar dema bûyerê, 2 xwendekar jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. 41 xwendekar jî di komkujiyê de birîndar bûn. Navên xwendekarên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan wiha bûn: Hatîce Ozen, Cemîl Sonmez, Baki Ekiz, Turan Oren, Abdullah Şîmşek, Hamît Akil û Murat Kurt.
Demborî
Ji bo ronî nekirina Komkujiya Beyazîtê bi salane hemû tişt hatin kirin. Polîsên ku xwestin bikevin pey kesên di komkujiyê de bombe avêtin û gule rêşandin, ji aliyê Komîser Reşat Altay ve hatin astengkirin. Zulkif Îsot ê ku wek yek ji kiryarê bûyerê hat nîşandan, qetlîam îtîraf kir. Zulkif İsot beriya biaxivê hat kuştin. Di doza ku piştî qetlîamê 17 kes hatin darizandin, tenê ji bo kesê bi navê Siddik Polat 11 sal ceza hat birîn û piştre jî ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve cezayê wî hat xira kirin. Hat berdan. Dema dîroka 20'ê Cotmeha 2008'an hat, tevî şahid û delîlan ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara "demborî” hat dayîn. Ev biryar jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Li xwe mikur hatinên piştî salan
Piştî komkujiyê bi salan hin li xwe mikur hatin rojevê. Di li xwe mikur hatine de hat gotin ku bombe ji aliyê serpel Abdullah Çatli ve hatiye girtin. Hate diyarkirin ku bi mînîbusê hatiye cihê bûyerê, li mînîbûsê de polîsek (Mustafa Dogan) hebûye û piştre jî ev polîs reviyaye Elmanyayê. Doza Komkujiya Xwendekaran a 16'ê Adara 1978'an dozeke rasterast a kontragerila bû. Têkilî bi dirêjî MÎT, polîs û leşkeran dibû.