Di serdegirtina malan de Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin

Li Antalyayê bi hêceta ku pere ji girtiyan re şandine, 8 dayikên aştiyê ên ku li se rmalên wan de girtin, hatin binçavkirin.

Antalya - Li Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ku bi îdiaya ‘temînkirina fînansekirina rêxistinê’ dayî destpêkirin de polîsan serê sibehê ser gelek malan de girt. Di serdegirtinên malan de dayikên aştiyê Fatma Gun, Emîne Tekmenuray, Zekiye Alak, Hulya Ayik, Huzna Goksel, Ayşe Arslan, Valîde Kaplan û Emîne Arslan bi hinceta pere ji girtiyan re şandine hatin binçavkirin.

Dayikên aştiyê ên ku bi hêceta ku pere ji girtiyan re şandine birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê û îfadeya wan hat girtin. Tê payîn îro dayikan bibin edliyeyê û îfadeyên wan bên girtin.