Di ser Komkujiya Kobanê re 8 sal derbas bûn

Tevî ku di ser komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Kobanê û gundên wê pêk hat û di encamê de 242 kesan jiyana xwe ji dest dabûn re 8 sal derbas bûn jî, bûyer hîna di bîra me de ne.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê - Di 26’ê Çileya 2015’an de di encama berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û ji hemû gelên bindest ên cîhanê re bû hêviyek. Her çiqas Kobanê berxwedaneke destanî û serkeftinek mezin dît jî, lê dîsa bû hedefa çeteyên DAIŞ'ê. Di 25’ê Hezîrana 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê û gundê Berxbatan ê 27 km dikeve başûrê bajêr û 58 jin, zarok û extiyarên di nav nivînên xwe de razayî û jinên ducanî jî di nav de 242 kes qetil kirin.

Tevî ku 8 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, bûyer di bîranîna şahidan de teze ye. Hevseroka Deste Hundirîn a Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Firatê Sozdar Şêxo, Komkujiya Kobanê û berxwedana gel nirxand.

'Armanc ew bû ku gel nevegere warên xwe'

Sozdar Şêxo ya komkujî weke rojeke reş bi nav kir, diyar kir ku armanca komkujiyê qirkirina gelê Kurd e û got, "Çeteyên DAIŞ'ê li dijî gelê ku piştî rizgarkirinê vegeriyan gund û bajarên xwe komkujiyeke hovane pêk anîn. Armanca çeteyan tunekirina gelê Kurd bû. Dixwestin rê li ber vegera gel a li gund û warên xwe bigirin."

'Tirkiye û çeteyên wê bi komkujiyê hewl dan tola gelê Kobanê hilînin'

Sozdar Şêxo da zanîn ku gelê Kobanê di dema êrîşan de berxwedaneke dîrokî nîşan da û teslîm nebû û got, "Bi rastî jî ji bo mirovên bêguneh ên ku bûne şahidê pêvajoyeke trajîk û bi êş ku bi sedan salan ji bîr kirin, trajediyeke mezin bû. Di komkujiyê de bi taybetî jin, zarok û sivîl bûn hedef, piştî têkçûna çeteyan hewl dan bi komkujiyan tola gelê Kobanê hilînin.” 

‘Tiştê ku DAIŞ nekarî bike dewleta Tirk dixwaze bike’

Sozdar Şêxo ya bal kişand êrişên niha ji aliyê dewleta Tirk ve li ser heremê tê kirin, da zanîn ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê hewl dide tişta ku çeteyên DAIŞ'ê nekarî bike pêk bîne û got, "Dewleta Tirk a ku bi balafirên şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, gelek mafên mirovan binpê dike. Dixwaze ji bejahiyê ve êrîş bike. Bi taybet ji bo valakirina Kobanê û tasfiyekirina projeya neteweya demokratîk divê sazî û rêxistinên di warê mafên mirovan de dixebitin rastiya alîgirên çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran qetlîam li dijî sivîlan pêk anîne, eşkere bikin.”