Di sedsaliya Peymana Lozanê de panela HDK’ê

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera sedemîn a Peymana Lozanê ku Kurdistan pê hat parçekirin, li Stenbolê panelek li dar xist. Di rûniştina destpêkê de bi sernavê “Di Sedsaliya Lozanê de Muhasebe û Derfet” panelek hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistanê kir çar parçe, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê panela bi sernavê “Di Sedsaliya Lozanê de: Muhasebe û Derfet”  hat lidarxistin, maderatoriya wê berdevka Meclisa Jinan a HDK’ê Nazlî Bukett Yazicî bû. Di panelê de ji siyasetmedaran heta parêzvanên mafê mirovan ji hemû beşên civakê kes amade bûn.

‘Dixwazin cudahiyan ji holê rakin’

Di axaftina vekirinê ya panelê de hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî destnîşan kir ku Lozana di bin navê “Aştiyê” de hat îmzekirin, aştiyê pêk neanî û bi Peymana Lozanê re demek şûnve gel hatin tune hesibandin û nasnameya wan ji nedîtî ve hatin dîtin. Demîr anî ziman ku bi Peymana Lozanê re dewlet bûye rengek ‘yekperest’ û wiha got: “Komar ne dikaribûye aştiya civakî û ne jî yekitiyê pêk bîne. Lê mixabin netew dewletan hewl dan alozî û tengaviyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê domdar bikin. Armanca netew dewletan ew bû ku her cudahî û cihêrengiya ku heye ji holê rakin. Lê belê divê siyaset di nava xwe de siyaseta civakî jî bigre dest. Yekrengî sîstemek e ku nêrîn û têgihîştinên cuda red dike û yên heyî tune dike. Em dikarin bibêjin ku dîroka paralel a komarê, tepisandina berxwedanê bû. Vê yekperestiyê me bi Dadgehên Îstîqlalê, qetlîamên Gazî, Sêwaz, înfaz, îşkence, valakirina gundan û komkujiya Roboskê re rû bi rû hişt.”

‘Em ê dîroka xwe binivîsînin’

Esengul Demîr destnîşan kir ku hêzên kurewî bi Peymana Lozanê re Kurdan bê statu hiştine û Kurd li Rojhilata Navîn wek gelê ‘qurban’ hatine hilbijartin. Demîr anî ziman ku feraseta 'welatê hevpar' a li Lozanê li ser esasê 'serîtewandinê’ bi desthilatdaran re hatiye avakirin û got: “Hewl dan Kurdan di navberê de bihêlin û xwestin Kurd bê pozîsyon bimînin. Lozan mohra înkara Kurdan e. Em jî dibêjin ku deynê stûyê me em vê mohrê ji holê rakin. Sed sal in em li dijî siyaseta serwer çîroka xwe dinivîsînin. Em ê her dem çîroka xwe binivîsînin. Ev pergal her dem li ser me çîroka xwe dinivîsîne lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî vê pergalê bernedin. Em Lozanê qebûl nakin. Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin. Helbet riya rizgariya ji vê pergala otokratîk, yekperest û antî demokratîk ku bi destê Lozanê hatiye afirandin, di Komara Demokratîk de derbas dibe.”

Di rûniştina duyemîn de jî wê Prof. Dr. Baskin Oran, civaknas Rojda Yildiz û lêkolîner-nivîskar Osman Tîftîkçî li ser mijarên cuda pêşkêşiyê bikin.