Di sala 2024'an de li Rojhilata Navîn destkeftî û binpêkirinên mafên jinan - 2

Di sala 2024’an de jî rêzebûyerên bi lez û tije nakokî li ser rûyê Rojhilata Navîn berdewam kirin. Yên herî zêde ji van mijar û nakokiyan para xwe girtin û zirar dîtin, jin bûn.

Navenda Nûçeyan – Di sala 2024'an de Filîstîn, Lubnan, Sûdan, Yemen û Sûriye di gelek bûyerên bi lez re derbas bûn û di heman demê de mîna hev bûn. Jinan li van welatan li ber xwe didan û li hember şeran û rewşên dijwar serî radikirin. Li hember koçberî, birçîbûn, bêparhiştina ji xwendinê, binpêkirina mafan û têkoşîna li hember hemû cureyên tundiyê û her wekî din diman.

Jinên Tûnis, Misir, Lîbya û Mexribê di warê mafên jinan de kar dikirin. Ji ber feraseta mêrsalar a ku wan zagonan disepîne, bi gelek astengiyan re rû bi rû diman. Di vê salê de têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan, bi hemû awayan û li ser hemû astan, a herî xurt bû.

Li Misir, Lîbya û Mexribê gavên ber bi yasayên çalaktir û parastina mafên jinan ve

Her wiha jinên li Misir, Lîbya û Mexribê di dozên derbarê yasayan û mafan de, bi riya çalakiyên cuda, gelek hewl dan. Jinan rexne li hebûna zêde ya yasayan kirin ku tenê li ser kaxez cîh digirin û xêra wan ji jinan re tuneye.

Misir

Çalakiyên Parlementerên jin  ji bo ku yasayên mafên jinan diparêzin werin danîn û bi biryar bibin, roleke girîng di teşwîqkirina wan de leyîstin. Di danûstandina li ser dozên têkildarî jinan ku bi taybetî pêşniyarên yasayên hewldan tên kirin de çalak bûn. Di dema dawî de zêdetirîn yasayek proje ya ji bo nîqaşê ji parlementoyê re hat pêşkêşkirin hebû. Di nav de yasaya rewşa kesayetî hebû. “Yasaya Ji Malbata Misrî re Zêdetir Adil e” û “Yasaya Yekbûyî ya Têkoşîna li Hember Tundiyê” û her wekî din hebûn.

Jin tevlî nîqaşên yasayî bûn

Di salên borî de dîtineke jinan di parlementoyê de hebû. Jin pêşinyarên piştgiriya gelek dozan dikin. Yek ji wan jî, yasaya rewşa kesayetî bû. Jin tevlî nîqaşên derbarê vê yasayê de bûn û bi dayîna zêdetirî 60 îmzeyên ji aliyê endamên mêr û jin ve, hat erêkirin. Di encamê de nîqaşa wan a di hundirê parlementoyê de, di vê salê de hat qebûlkirin. Di demên dawî de rêjeya hebûna jinan a di parlementoyê de, gelekî bilind bû. Ev bû sedem ku gelek kes di vê yekê de bi taybetî jî di navendên biryarê de pêşniyarên xurtkirina jinan bibînin. Di encamê de rêjeya jinan di parlementoyê de zêde bû.

Derdora ji sedî 26’ê rêjeya parlementoyê jin in û ev yek bi xwe serkeftineke mezin e. Ji ber ku ev hejmar di demên berê de tunebûn. Di encamê de hebûna wan mezintir bû û tê pêşbînkirin ku bandor di dozên jinan de xurttir bin. Ji ber wê yekê li bendê ne ku jin bikaribin yasayan teşwîq bikin. Bi taybetî yên girêdayî tundiya li dijî jinan yan jî yasayên girêdayî rewşa kesayetî. Di mijara pêşinyara yasayên jinan de jinan dikarîbûn zêdetirî 60 îmzeyan bidest bixin. Ev yek alîkariya teşwîqkirina pirojeyasaya nîqaşê kir û jinên parlementer jî bûn hevkar.

Lîbya

Lîbya di gelek kortalan re derbas bû. Bi taybetî di mijara çarenivîsa jinên Lîbyayê de. Yek ji wan jî “sîstema Kotayê” ya ku di nav yasaya “sîstema hilbijartinê” de cîh digre bû. Ev yasa hat parlementoya Lîbyayê. Ji jinan re ji 200 kursiyan 31 kursî di Meclîsa Cîgiran de de hebûn. Bi vê yekê rêjeya Kotaya jinan a ji sedî 30, ber bi ji sedî 16 ve çû.  Ev yek kêmkirin û binpêkirina mafên jinan e, ji ber ku mafê wê bi temamî negirt nav xwe.

Hîcaba bi zorê li Lîbyayê li dijî destûr û binpêkirina azadiyan e

Li Lîbyayê Wezîrê Karê Hundir Îmad El Terablusî di hikûmeta “Yekîtiya Niştîmanî” ya Lîbyayê ya demkî de, bi axaftinên xwe re gelek nakokî anî. Daxuyaniyek da û li dijî jinan ferzkirina hîcabê (xwe bi tevahî girtin) û rêgirtina li ber kombûna jin û mêran bi hev re ya li cihekî, ferz kir. Hinceta wî jî “Sepandina Nirxên Ehlaqî” ya di civaka Lîbyayî de bû. Her wiha xwest ku polîsên ehlaqî li kolanan bên zêdekirin. Ev biryarên ku hatin derxistin, bê bingehên qanûnî ne û li dijî mafên mirovan in.  Ji ber ku azadiyên sereke yên mîna azadiya çûn û hatinê û azadiya bijartina cilan garantîkirî ne. Ger ne li dijî sîstema giştî û ehlaqên giştî bin, ji bilî rewşên yasayî bi zelalî behsa cilekî mîna cilên dibistanê yan jî saziyên taybet bikin.

Çalakvanên jin li Mexribê rastî gefa qetilkirinê tên

Çalakvanên jin ji bo serokatiya cîgiriya giştî ya Mexribê nameyeke aşkera şandin. Çalakvanan xwestin ku lêpirsîn derbarê kesên destwerdanê li dosyayan kirine de bê destpêkirin. Çalakvanan gotin ku ji ber gefên li ser wan dosyayan, tenê hejmarek ji çalakvanên jin û mafnas gihîştine wan. Li gorî çalakvanên ji Mexribê, jinên Mexribê li hember hemû cureyên tundiya gotinî ya li ser torên medya civakî tên. Çalakvanan ragihand ku nameyên tijî gefên metirsîdar ji wan re tên. Di nameya aşkera de jina balkişand ku nameyên gihîştin hemû çalakvanan, kiryarên divê bên darizandin e.

Tevgera jinan sazkirina Yasaya Malbatê ya Mexribî ji nêz ve dişopîne

Yasaya Malbatê dihêle ku diyardeya zewaca keçên ji 18 salî biçûktir berdewam bike. Ev jî  dibe bi xwe re nifşekî ji jinên xwedî nexweşiyên derûnî ava bike. Ew jin nikaribin beşdarî  civakê bibin. Li gorî serjimariyan hejmareke mezin a keçên di temenekî biçûk de zewicîne, mirine. Ji bilî vêya, qedexekirina zewaca sivîl ne li gorî perespektîfên lihevkirinên navdewletî yên ku Mexribê mohra xwe li wan xistî ne. Hîn yasayên din jî hene, jin hewl didin bugiherînin.

Tûnis û nakokiya jinan a siyasî

Di demeke ku azar û keda jinan li herêmên şer û nakokiyan li pêşiya wan rewşan derketin, keda jinan di Tûnisê de li ser çêkirina derfetan û warên bihêztir, xwedî rengek taybet bû. Ev yek, li ser asta yasayî û siyasî bû. Gelek çalakvanên Tûnisî gotin ku mafên jinan ji dest wan diçin, ji ber ku hemû yasa bi heman awayî ne.

Yasa datînin lê pêk naynin

Tundiya siyasî li dijî jinên Tûnisê berdewam dike. Tûnisê soz dabû ew ê jinan azad bike û rewşa wan baş bike, her wiha cihê wê di civakê de xurt bike. Gelek yasayên ku di hemû waran de parastina mafên jinan dikin, danîn. Li kêleka wê saziyên ji bo van yasayan bihîstyar dimînin, danîn. Li ser lihevkirinên navdewletî, bi taybetî bi parastina jinan erê kir ku hişt welat di warê mafên mirovan de li pêş be. Lê belê heta niha rewşa jinan ne temam e. Çalakvanên jin dibînin ku tundiya siyasî ya niha li dijî jinên Tûnisî pêk tê, di dema serxwebûnê de nedîtine. Jin dibêjin ku tevî çewsandin û aqilê mêrserdest ê ku sîstemên siyasî kontrol kirine, di salên dawî de tundiya siyasî ya li ser jinan zêde bûye. Jin dibêjin ku ev ji ber rewşa siyasî ya giştî ya li welat pêk tê. Tundiya siyasî li Tûnisê bandora xwe li beşdariya jinan û ciwanan a li rûbera siyasî kir.

Lawazbûna nûnertiya jinan, nebûna rêveberiyê nîşan dide

Her wiha çalakvanên jin di vê salê de banga girîngiya hebûna jinan a di navendên biryaran de kirin. Çalakvan dibêjin ku divê mîna mêran, hebûna jinê jî di serokatî cîgiriya odeyan de jî hebe. Çalakvan dibêjin ku jinûve dîtina yasayên hilbijartinan û çavdêriya hikûmetê ya derbarê mafên mirovan de divê pêk bê. Çalakvan destnîşan dikin ku pêwîst e yasa, ji jinan û dozên wekheviyê, her wiha xwespartina li yasayan a beriya yasayên wan ên hundirîn, bên sazkirin. Çalakvanên jin van daxwaz û pêşniyariyan dikin: “Tevî hemû hewldanên wekheviya di navbera herdû zayendan de, ev yek qet ne li gorî rastiya mijaran e. Ji ber ku pirsgirêka beşdariya siyasî di demên berê de pêk hatiye. Yek ji dozên Mexribê yên gelekî girîng bûn jî, di warê hikmî, civakî, sivîl, partiyî û sendîkayî bû. Derbarê yasaya partiyên siyasî de jî, divê di nav xwe de hin biryaran bigre, an jî bi kêmanî divê wekheviyê destnîşan bike. Heta niha jî jin li paş in. Digel ku ku ew nîvê civakê ne jî. Her wiha jin nûnertiya rêjeyek mezin a hilbijartinê dikin. Mirov dikare xwe bispêre wê, lê belê tiştê xuya dibe, piştî bidawîbûna hilbijartinan jin bi zanebûn tên dûrxistin. Ev yek dibe tundiya siyasî li hember jinan.”

Jin li zanîngehên Mexribê paşguhkirî ne

Nûnertiya jinan li zanîngehên Mexribê, hê jî lawaz e. Ji ber ku navendên biryaran, ji mêran tenê re mane. Azarên jinan û berxwedana ji bo mafên wan, ne tenê li ser çîn an jî beşek e. Tevî çêkirina yekîneyên xwendinê jî, bi taybetî bi dozên cure û lêkolînên jinan û vekirina zanîngehan, nûnertiya jinan di navendên biryaran ên di hundirê zanîngehên Mexribê de hê jî lawaz in. Her wiha ne li gorî hêzên zindî yên baweriya wan a bi wekheviyê ye. Li Mexribê jin di rêveberiya serokatiya zanîngehek de tuneye. Heman rewş di serokatiya gel, cihên testan û cîgirtiya serokên zanîngehan de heye. Tevî ku cîgir tên tayînkirin jî.

‘Ji sedî 70’yê çalakvanên bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn rastî tundiya zayendî tên’

Eniya Wekhevî û Mafên Jinan, di bin sernavê “Tundiya li dijî jinan li ser torên dîjîtal” de, konferansa xwe ya navdewletî ya yekemîn lidar xist. Ew jî di çarçoveya nirxandina karan û çalakiyên eniyê de, di projeya têkoşînali hember tundiya dîjîtal de, di 13'ê Kanûnê de pêk anî. Eniya ku lêkolînek sosyolojîk pêk anî, diyar dike ku teknolojiya modern tundiya li dijî jinan du qat zêde kiriye û cureyên nû yên tundiyê derxistine.

Li Iraqê dozên jinan di warê siyasî û civakî de bi tengasiyek dijwar re rû bi rû ne

Sîstema cîhanî di krîzeke giştî re derbas bû. Iraqê para xwe ji vê krîzê girt. Bi rengekî rojane bandora xwe bi giştî li civakê, bi taybetî li jinan kir. Tevî wê jî jinan hewl dan van krîzan derbas bikin û bi gelek tengasiyan re rû bi rû man. Li Iraqê ji bo sazkirina yasaya rewşa kesayetî ya vedigere şoreşa 14'ê Tîrmeha 1958'an, paşguhkirin û gefên nû ji mafên jinan re hene. Ev yasa derket û dadgehên rewa serpereştiya wê kirin. Beriya navê wê were guhertin û bibe dadgeha rewşên kesayetî ev yek hat kirin. Wan zagonan xwe spartin yasayên îslamî ku dabeşî Sunnî û Caferî dibûn, lê belê bi hevkariya kombenda jinên Iraqî ev yasa piştî salekê hat sazkirin û hejmara 188 hilgirt.

Tevî hemû kêm û kurtiyan jî, yek ji yasayên Iraqê yên herî zêde wekheviyê dide jinan lê belê li şûna guhertina ber bi wekheviya di navbera herdû zayendan de, Parlementoya Iraqê di 24'ê Tîrmeha 2024'an de pêşinyar kir ku were sazkirin. Di encamê de pirsên cidî derbarê aktîfbûna wê û naveroka wê de hatin kirin. Bi taybetî yên girêdayî temenê zewacê û mîrasê. Ev yek bi xwe re hêrseke mezin anî û yasaya rewşa kesayetî ya heyî hat redkirin. Komek ji jinan li hember van sazkirinan ku dê wan ji mafên wan bêpar bihêle, xwepêşandan û çalakî lidar xistin.

Di çarçoveya keda saziyên jinan a li Iraqê de, Meclîsa Wezaretan di yek ji civînên xwe de şîret li Meclîsa Bilind a Jinan kir ku ji ber 3'ê Adarê her sal wek Roja Niştimanî ya Jinên Iraqê tê hesibandin.

Di bin serenavê "Bi têkoşîna xwe ya hevbeş em ê bibin dengê parastina jinên tên qirkirin", di 25'ê Tîrmehê de li paytexta Iraqê Bexda, çalakiyên Kongra Jinan a Sêyemîn, ji bo bîranîna qirkirina komî ya Êzidiyan li Şengalê hat lidarxistin. Rêjeya jinên di hilbijartinên parlementoyê de xwe nîşan dan ji sedî 30 bû. Mîna dewreyên beriya wê, li ser 30 kursiyan pêşbazî hebû.

Rojnamevanî û qeydên li ser rojnamevanan

Bi bilindbûna berxwedana jinan a bi giştî li Rojhilata Navîn û li dinyayê, di hemû qadên jiyanê de çapemenî û ragihandin rola sereke di balkişandina ser bûyeran de lîstin û binpêkirinên li dijî jinan belge kirin. Tûnis, wek rûbera binpêkirina mafên çalakvan û mafnasên jin hat xuyakirin. Ji ber destdirêjiya li rojnamevanên jin bandoreke neyînî li malbatên wan dike. 224 rewşên destdirêjiya ji cureyên cuda hatin tomarkirin. Di heman demê de Tûnis di stresa girtin û lêpirsînên dadgehî ya gelek rojanamevanan de ye. Ji ber ku rastiya azadiya çapemeniyê nakokiyan derdixe, di salên dawî de binpêkirinên li dijî rojnamevanan zêde dibin.

Tundiya bi rêya tora dîjîtal

Li gor lêkolîna ku çalakvanên Tûnisê yên jin kirine, destdirêjiya li dijî rojnamevanan cureyî ye. Di nav xwe de destdirêjiyên fîzîkî, girtina bi zorê, şantajkirina li ser torên medya dîjîtal, gefa bi malbatên wan yan jî destdirêjiya li wan. Li gorî lêkolînê cureyên tundiya li dijî jinan di rastiyê de hêsaniyan di torên medya dîjîtal de dibîne. Ji ber wê yek ji diyardeyên herî tevlihev in. Ji sedî 70’yê çalakvanên jin, li ser asta welatên erebî rastî tundiya zayendî hatine.

Di vê salê de ji 224 êrîşên giştî, 97 rewşên êrîşan hatine tomarkirin. 27 ji wan qedexeya kar, 21 ji wan rewşên tengaviyan, 12 şopandina edlî, 3 êrîşên fîzîkî, 3 hişyarî, 3 gotinî, 23 agahdariya veşartî û 4 jî rewşên teşwîqkirinê hatine tomarkirin.

Her wiha jin û keç li Sûriyê û civakên Rojhilatî bi giştî bi têgehên mêrperest, paşverû re rû bi rû dimînin. Ev têgeh, jinan di civakan de vedişêrin û nahêlin ku reng û dengê wan bê bihîstin.