Di sala 2022'an de peyva herî zêde hat lêgerînkirin 'jin' e

Malpera Dictionary.com diyar kir ku di sala 2022 de lêgerînkirina peyva "jin" li ser malperê ji sedî 1400 zêde bûye û wek peyva salê hilbijart.

Navenda Nûçeyan – Malpera înternetê Dictionary.com ragihand ku ji destpêka sala 2022an vir ve peyva ku herî zêde lê lêgerînkirin peyva "jin" e. Di sala 2022’an de der barê jinan û mafên jinan de gelek axaftin û nîqaş hatin jiyîn. Rojname û ajansên nûçeyan ên navneteweyî gelek manşetên ku behsa jinan dikirin an jî peyva "jin"ê bi kartîne re cih dan. Di vê çarçoveyê de lêgerînên peyva "jin" gihişt xala xwe ya herî bilind û li gorî salên berê ji sedî 1400 zêdetir qeyd kir.

Malperê diyar kir ku îsal ji tayînkirina dadwera Afrîkî-Amerîkî Kitangi Brown Jackson ji Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî re heya rakirina qanûna mafê kurtajê ji gelek dozên têkildarî jinê re şahidê kiriye. Malperê diyar kir ku di lêgerîna peyva "jin" de bilindbûna herî zêde di meha Adarê de pêkhatiye.