Di sala 2021’ê de di tundiya li dijî jin û zarokan de hejmarên tirsnak

Di 22'ê Mijdarê de dezgehên ewlekariya neteweyî li Cezayîrê di komcivînek medyayî de li ser zêdebûna bûyerên tundûtûjiya li dijî jin û zarokan li Cezayîrê hejmarên tirsnak tomar kirin.

Cezayir- Di civaka Cezayîrê de tundûtûjî pir zêde bûye û vê yekê hewaya tirs û xofê di nava civakê de ava kiriye. Vê yekê hişt ku dezgehên ewlekariya neteweyî bikevin tevgerê û polîsan hişyarî li ser zêdebûna doz û bûyerên tundûtûjiya li dijî jin û zarokan dan. Cezayîr yek ji welatên yekem e ku Peymana Navneteweyî ya Mafên Zarokan di sala 1989'an de û her wiha peymana navneteweyî ya li dijî tundûtûjiya li dijî jinan di sala 1996'an de erê kiribû. Her wiha rêjeyê pirsgirêkek rast eşkere kir ku ew jî zêdebûna tundiyê ye.
Rêje û hejmara jin û zarokên rastî şîdetê hatine di sala 2021’ê de zêde bûye
Ji mudûriyeta polîsan û seroka mektebeya komên herî tirsnak a Midûriyeta Ewlekariya Neteweyî Yasmîn Xewas rêjeya 9 mehên dawî yên sala 2021'ê pêşkêş kir ku tê de 2 hezar û 226 bûyerên tundiya li dijî jinan û 5 hezar û 939 bûyerên tundiya li dijî zarokan hatine tomarkirin.
Her wiha wê nirxandin li ser qanûn û mekanîzmayên curbecur ên ku ji aliyê dewletê ve ji bo parastina kesan hatine derxistin û pêşkêşkirina tedbîrên ji hêla dezgehên ewlekariya neteweyî ve ji bo parastina zarok û jinan ji tundûtûjiyê hatine girtin kirin. Her wiha wê teqez li ser hewcedariya bikaranîna teknîkên pispor ji bo parastina zarokên ku rastî tecawizê hatine ji bo nexweşiyên derûnî kir.
Li gorî qeydên fermî sûcên derexlaqî qat bi qat zêde bûne
Di sala 2020'an de, Leşkerên Neteweyî zêdetirî 6963 bûyerên îstîsmara zarokan, di nav de 4395 zarokên keç, tomar kirin. Di nav van amaran de 344 bûyerên jehrîbûnê û 45 bûyerên “krîtîk” ên zarokan hene. Her wiha di heman salê de 43 zarok rastî îstîsmara zayendî jî hatin.
Daîreya Sûc di beşa wê ya zarokan de 504 bûyerên diziyê tomar kirine û 149 zarokan jî karên ne exlaqî kirine. Di sala 2020’an de 12 hezar û 511 bûyerên şîdeta li dijî jinan hatine tomarkirin ku li gorî sala 2019’an ji sedî 10 zêde bûye her wiha di neh mehên dawî yên sala 2021'ê de 12,331 bûyer hatine tomarkirin. Di sala 2020'an de 6285 halet û di sala 2019'an bûyerên bi êrîşa fizîkî û tehdîdê ve girêdayî ne hatin tomarkirin. Di sala 2019’an de 2077 jin û di sala 2020'an 566 jin rastî îstîsmara zayendî hatine. Di sala 2019'an de 364 jin û di sala 2020'an de 324 jin rastî şîdeta zayendî hatine. Di sala 2019'an de 1737 jin û di sala 2020'an de 2187 tevli sûcên cur be cur bûne.
Ewlekariya Neteweyî bal kişand ser girîngiya ragihandina bûyeran
Di deh mehên destpêkê yên sala 2021’ê de 12331 bûyerên jinên rastî şîdetê hatine, 5811 jinên rastî destdirêjî û gefan hatine û 611 jinên rastî îstîsmara zayendî hatine tomar kirin. Her wiha amaran eşkere kir ku di heman heyamê de 481 jin rastî kiryarên ku bandorê li jiyana taybet dikin, 328 jin rastî destdirêjiyên li ser azadiyê hatine û 303 jin bûne qurbaniyên îstîsmara zayendî. Di heman amaran de diyar bû ku di sala 2020'an de 6293 zarok rastî şîdetê hatine.
Ji bo parastina ewlekarî û ewlehiya zarok û jinan, Ewlekariya Neteweyî û Cendirmeyên Neteweyî bal kişandin ser girîngiya pêşxistina çanda ragihandinê ya bi hejmarên xetên kesk û platformên fermî yên medyaya civakî her wiha xurtkirina xebatên bilindkirina hişyariyê ji bo rûbirûbûna hemû cureyên tundiyê, nemaze di çarçoveya tevlibûna çalakiyên kampanyaya navneteweyî ya 16 rojan, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.