Di Roja Navneteweyî ya Keçên Ciwan de Tûnisê soza pêşxistina wekheviya zayendî da

Di Roja Navneteweyî ya Keçên Ciwan de Wezareta Karêderve û Koçberan a Tûnisê soza pêşxistina wekheviya zayendî da.

 
Tûnis- Di bin dirûşma “Nifşê dîjîtal nifşê me ye” de, Tûnisê Roja Navneteweyî ya Keçên Ciwan, ku her sal di 11'ê  Cotmehê de bi çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin, pîroz kir û soza pêşvexistina wekheviya zayendî ya bêkêmasî û zêdekirina rola pêşengiya jinên ciwan di sektora teknolojiya agahdarî û ragihandinê de da. Wezareta Karêderve û Koçberan a Tunisên di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tûnisê serokatiya koalîsyona "Teknolojî û Nûjenî ji bo Wekheviya Zayendî" ava kir ye, ji ber ku baweriya xwe bi rola girîng a nûbûn û teknolojiya dîjîtal di pêşxistina wekheviya zayendî de tîne. 
Ji bo keçên ciwan derfetên kar
Wezaretê bi bîr xist ku Tûnis wekî beşek ji pêşengiya xwe di nav koalîsyonê de, dest bi pêşxistina plansaziyek kiryarî ya pratîkî ji bo serdema 2021-2026'an kiriye, da ku derfetên kar di warê teknolojî û nûjeniyê de ji bo keçên ciwan zêde bike. 
Wezareta Tûnisê banga xwe ji civaka navneteweyî, hukûmet, rêxistin, sektorên taybet, civaka sivîl û akademîsyenan re dubare kir, da ku hewildanên xwe ji bo rakirina cûdakariya li dijî keçên ciwan û bi tevahî aktîvkirina mafên wan dubare kir. Her wiha Wîzaretê di daxwiyaniyê de eşkere kir ku hejmara bûyerên zewaca temen biçûk û şîdeta li dijî keçên ciwan zêde bû ye.
Hêjayî gotinê ye ku di 19'ê Kanûna 2011'an de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku 11'ê Cotmehê wekî Roja Navneteweyî ya Keçên Ciwan were pejrandin, da ku balê bikşînin li ser newekheviyên zaydendî, êş û zehmetên ku keçên ciwan dikşînin. Di sala 2012'an de cara yekem Roja Navneteweyî ya Keçên Ciwan hate pîroz kirin.