Di roja 59’an de peyama “Ev serdestî bêdawî nîn e!”
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya ji bo edaletê berdewam dikin. Malbatê ji hesabê xwe yê medyaya civakî bi gotinên; “Ev serdestî bêdawî nîn e” israra ji bo pêkhatina edaletê anîn ziman.
Riha- Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Baran êrîşê cihê kar ê malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Ji bo edalet bi cih were û kujer werin darizandin Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê Adarê ve 59 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Tevî ku ewqas roj derbas bûne jî bersiva malbatê nehat dayîn. Malbatê ji hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo serdana heyeta ku ji Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan, Alîkarê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan û rêveberên Şaxa Mersîn, Amed, Dîlok û Rihayê pêk dihat spasî kirin û peyama “Em ê li dijî pergala hiqûqê ya serdestan diparêze bêdeng nemînin. Ev serdestî bêdawî nîn e” dan.