Di roja 101’an de Dayikên Aştiyê bi Emîne Şenyaşar re di çalakiyê de ne
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 101 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, kirin.
Riha – Nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li pêş Edliyeya Rihayê di 9’ê Adarê de dabûn despêkirin di roja 101’emîn de dewam dike.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji Stenbolê ji bo serdanê hatin, wê li gel Emîne Şenyaşar tevahiya rojê nobetê bigirin.
Emîne Şenyaşar bi dowîza "Em edaletê dixwazin" Dayikên Aştiyê pêşwazî kir. Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Emîne Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar, têkildarî roja êrişê û tiştên hatine qewimîn dayikan agahdar kir û pişt re lorand.