Di parlamentoya Iraqê de tenê navê jinan heye

Di parlamentoya Iraqê de rêjeya jinan di sala 2021’an de ji sedî 29 bû, ji ber feraseta mêr, eşîr û partiyan nikaribûn bibin dengê jinan. Jin niha jî nikarin ji bo jinan kar bikin.

AVAN KERÎM

Navenda Nûçeyan –  Li Iraqê 4 salan carek hilbijartina Parlamentoyê çêdibe. Îsal jî tê payîn di 11’ê Mijdarê de hilbijartin pêk bên. Jin beşek girîng ên civakê ne. Rol û bandora wan a di avakirina kes û civakê de berbiçav e. Cîhê jinan di civakê de girîng e û tu mêr nikarin vî cihî tije bikin. Lê belê tevî vê yekê hikûmet û desthilatdariyê li Iraqê roleke gelek kêm daye jinan. Hejmara kursiyên parlamentoyê hinek caran wisa ye ku tenê dikarin bighîjin ji çaran yekê kursiyên giştî yên parlamentoyê.

Desthilatî girîngî nade hebûna jinan a di parlamentoyê de

Li gorî xala 49’an a berga 4’an a Destûra Iraqê ya sala 2020’an, Zagona Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibêje ku rêjeya nûnertiya jinan a li parêzgehan divê ji sedî 25’an kêmtir nebe. Ev nîşaneya wê ye ku rola bandorker a jinan di parlamentoyê û di hemû desthilatdariyên encûmena nûneran û navenda biryardayînê de cihekî kêm û biçûk e û ji aliyê desthilatdariyê ve girîngî nayê dayîn.

Di sala 2021’an de hejmara jinan a di Parlamentoya Iraqê

Li gor biryara hejmar 1325’an a Encûmena Asayîşa Navneteweyî, bi taybetî bi belgeya ‘jin û aştî û asayîş’ ku hikûmeta Iraqê erê kiriye, jin dikarin beşdarî pêvajoyên siyasî, muzakereyên aştiyê û pêvajoyên biryardayînê bibin. Tevî ku hikûmetê ev biryar erê kiriye jî, heta niha rêjeya kursiyên jinan ji sedî 25’an derbas nekiriye. Tenê di hilbijartina sala 2021’an de jinan ji 329 kursiyên parlamentoyê 97 kursî girtine. Ev tê wateya stendina ji sedî 29’ê kursiyan. Ev rêjeya herî zêde ye di nava 5 demên hilbijartina parlamentoyê de ye.

Zagona kotayê ji bo zêdekirina kursiyên jinan e

Zagona kotayê ku bi taybetî ji bo jinan û kêmkirina kursiyan hatiye diyarkirin, ji bo zêdekirina hejmara kursiyên jinan a di encûmena nûnerên Iraqê de, baş bû. Lê belê gelek caran ew kursî tenê bi mebesta bicihkirina zagonê bû, tu armancek piştgirîkirin û parastina mafên jinan a di parlamento û navenda biryardayînê de zêde bike nebû. Ew jî civakê rastî pirsa “Çima dengên gel ji bo jinan kêm e û çima piranî deng didin mêran?” bi xwe re tîne.

Jin nikarin ji zagonên partiyên eşîr, mezheb û olan derkevin

Jinên ku di parlamentoya Iraqê de rêjeya wan ji sedî 25 e, heta niha nikaribûne di zagona hilbijartinê de nîvê kursiyan bi dest bixin û bighîjin mafên xwe. Tevî ku bi nûnertiya jinan diçin parlamentoya Iraqê jî, ji ber hinek sedeman nabin dengê jinan. Sedema herî girîng jî ew e ku ev jin ji aliyê partî û hevpeymanan ve dibin namzet. Ev partî û hevpeyman li ser zagonên eşîr, mezheb û olî hatine avakirin. Ji ber wê jî jin nikarin ji zagonên wan derkevin û li gorî fermanên wan tevdigerin, nikarin ji bo jinan tiştek bikin. Ji ber wê jî her çend rêjeya kursiyên jinan zêde jî bin, hê nikarin zagona pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve pêşkêşî parlementoyê hatiye kirin jî bikin meriyetê. Heta niha ne hatiye erêkirin û ne jî kirine rojeva parlamentoyê û li ser nehatiye axaftin jî. Ev rewş nîşan dide ku nûnertiya jinan di nava wê parlamentoyê de di kîjan astê de ye. Sedema vê jî, girêdana partî, tifaq, eşîr û mezheban e. Ev jî li pêşiya wekheviya jin û mêr astengiyek mezin e.

Lijneya jinan di parlamentoya Iraqê de heta niha bi bandor nebûye

Di nava parlamentoya Iraqê de lijneyek ku li ser navê jinan ji bo sererastkirina zagonan kar dike heye. Bi taybetî têkildarî mafên jinan û malbatê hatiye avakirin. Lê belê ew lijne heta niha nikaribûye bi bandor be. Di salên borî de bi hincetên cur be cur nikaribûye bibe dengê jinan. Ev jî nîşan dide ku jin di nava parlamentoyê de nikarin rola xwe bi temamî bilîzin. Ji sala 2014’an heta niha, çarenûsa bi sedan jinên Êzidî nediyar e û bi sedan jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û destdirêjî li wan hat kirin. Lê belê niha nûnertiya jinan di parlamentoya Iraqê de nikaribûye zagonek ji bo anîn û bidestxistina mafên wan pêşniyar bike. Nikaribûne hevdengek di navbera jinên parlamentoyê de çêkin.

Desthilatdarî li pêşiya rola jinan asteng e

Li gorî agahiya yek ji komîsyonên desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinê ya li Iraqê, beriya dema diyarkirina hejmara partî, hevpeyman û namzetên hilbijartina parlamentoya Iraqê ku biryar hebûye di 11’ê Mijdara îsal de pêk weke, bûyerek qewimiye. Du jinên çalakvan bi navê Qemer Samerayî û Zeyneb Cewad ku bûbûn namzet, ji aliyê desthilatdariyê ve namzetiya wan hat paşvekişandin. Ew jî bi hinceta hevpeyvîn li dijî guherîna zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an dane çêbûye. Ev zagon sala borî di parlamentoya Iraqê de hatibû pêşkêşkirin û xistibûn dengdanê. Dûrxistina van herdu namzetên jin nîşan dide ku hikûmet û desthilatdarî rê nadin nûnertiya rasteqîn a jinan here parlamentoyê û rola wan di parastina mafên jinan de hebe.

Ne hejmar çawanî girîng e

Her çiqas rêjeya kursiyên jinan di parlamentoya Iraqê de ne li gorî daxwazan û mafên tam ê jinan be jî, ew nûner ger bi erkên xwe yên rasteqîn rabin û bikaribin dengê rewa yê jinan bin, wê bikaribin gelek zagonên li dijî jinan, di nava zagon û hikûmetê de biguherînin. Ew ji bo hevdengiya nûnerên jin û bihêzkirina têkiliyan, li ser mafên jinan tê biencamkirin. Lê belê mixabin vêya nekirin, ji ber wê hejmara kursiyan girîngtir bûye di şûna çawaniya wan de. Niha rewşa welat û hikûmetê wiha ye. Ji ber wê jî niha divê jin ji xwe bawer û şiyar bin, ji bo mafên xwe bibin yek û di hilbijartinên parlamantoyê de zêdetir deng bistînin. Bi vî awayî jin dê bikaribin ji bo pêşeroja jinan û civakê hêviyên nû ava bikin.