Di panela li Silêmaniyê de pirsgirêkên rojnamevanên jin hatin nîqaşkirin

Di panela bi mebesta 2’yemîn salvegera qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn de, jinan bi gotarên cuda bal kişandin ser rola jinên rojnamevan a di saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê de.

Silêmanî – Li navenda Rêxistina Azadbûn a başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê, bi boneya 2’yemîn salvegera qetilkirina her du jinên rojnamevan ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn, panelek hate lidarxistin. Mijara panelê, ‘Parastina Jinên Rojnamevan û Bihêzkirina Hevdengiya Navberan Wan’ bû.

Panel bi amadebûna hejmareke zêde ya jinên rojnamevan, malbata nemir Hêro Behadîn û heval û rêhevalên her du rojnamevanan  destpê kir. Di panelê de parêzer Peyman Îzedîn, rojnamevan û mamosteya zanîngehê Sara Qadir û rojnamevan Sinûr Rehman bi gotarên cuda balkişandin ser rola jinên rojnamevan a di saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê de. Her wiha pirsgirêk, astengî û çareseriyên ji aliyê yasayî ve hatin nîqaşkirin.