Di operasyona “Ewlehiya Domdar” de li beşê Muhacîrata alavên tundiyê hatin dîtin

Operasyona “Ewlehiya Domdar” a li gundewarê bajar û Kampa Holê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Operasyon derbasî beşê muhacîratan ango biyaniyan bû û gelek tunel, alavên îşkence û kuştinê tev belgeyên belavkirina ramanên tund hatin dîtin.

Hesekê- Operasyona “Ewlehiya Domdar” a ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş bi piştgiriya koalîsyona navdewletî di 6’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Operasyon li dorûbera nêzî 200 gundan 100 km çargoşeyî li dora kampa Holê hate meşandin. Di nav du rojan de zêdeyî 50 çeteyan li gundewarên bajarê Holê hatin girtin, yek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Îro operasyon di roja xwe sêyemîn de li beşê muhacîrata a malbatên DAIŞ ên biyanî ya ku 6 hezar û 377 kesan dihewîne di Kampa Holê de û di heman demê de li bajarê Holê di demjimêrên şeveqê de destpê kir.

Operasyon derbasî pêvajoya duyem bû

Li bajarê Holê bi hezaran şervanên hêzên YPJ, HSD û Asayîşê derbasî bajêr bûn, mal bi mal geriyan û bi temamî paqij kirin û îro lêgerîn li bajarê Holê bi dawî bû. Li kêlek wê, lêgerîn li beşê şeşan a muhacîratan ku weke beşê herî metirsîdar di kampê de tê naskirin, dewam kir.

Di vî beşî de di encama lêgerîna şervanan de gelek alavên îşkenceyê yên ku bi destê zarokên DAIŞ’ê hatibûn çêkirin, hatin dîtin. Ji ber ramanên tund ên ku jinên tundrew li kampê belav dikin taybet ser zarokan, piştî ku temenê wan dighêje 14’an êdî ji kampê têne derxistin û tên veguhestin bo navendên jinû ve avakirinê. Lê îro nav konan de du tunelên ku dihatin bikarînin ji bo veşartina van zarokên ku temenê wan mezinbûye hatin dîtin. Alên DAIŞ’ê jî di nav konan de hatin dîtin.

Çawa ramanên tund têne belavkirin?

Jinên wî beşî gelek hewldanan dikin bo ku ramanên tundrew ên DAIŞ zindî bimînin, ji loma perwerdeyê mîna kêrekî li ser stûyên mirovan asê kirine. Nameyên jinan ên li ser rûpelan hatibûn nivîsandin ku ji hevdu re dişînin bo tevlîbûna perwerdeyên ramanên radîkal jî hatin girtin.

Di dema ku em li pey şervanan de digeriyan bo kişandina dîmenan, me çend lênûsên zarokan ku tê de ala DAIŞ’ê, tang û panzêrên şer hatibûn xêzkirin, me dît. Zarok di her derfetekê de li pêş kamîreyê nîşaneya tolhildana hildidin jor û bi keviran êrîş dikin.

Paqijkirin hîna li beşê Muhacîratan dewam dike. Tê texmînkirin ku lêgera li vî beşî 3 rojan dewam bike û paşê dê operasyon derbasî beşên din ên beşa Sûrî û Îraqiyan bibe.