Di nava rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiyê de kêm cîh dayîna jinan
Li herêma Kurdistan di sazî û rêveberiyên pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinana de hêjmara jinan gelek kême. Dema ku jin rastî tunditujiyê tê diçe saziyek ya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinan dibîne ku mêre rêveber nikare ew tiştên ku jiyan kiriye ji mêrekê re beje. Ev jî dibe sedem ku jinên rastî tundiyê hatî nikarin derdê xwe bînin ziman û bê çare dimîne.
LAVE KURDE
Navenda Nuçeyan - Li Herêma Başûrê Kurdistanê 6 rêveberiyên pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jin û malbatan hene, rêveberên hemûyan jî mêrin. Di nava 28 saziyên li ser heman mijarê xebatê didin meşandin jî berpirsên jin kêmin. Ji jinên rêveber Kurdû Emer endama rêvebera giştî ya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinê û malbatê ye. Piştî hilijartina 10’ê Cotmehê encûmena nunerên Îraqê ku heta niha hikumet nehatiye avakirin tê gotin ku rêveberê giştî yê pêşîlêgirtina tundîtujiya beramberî jinê li şûna Kurdû Emer bibe mêr.
Rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tundîtujiya beramberî jin û malbatê ya şaxa Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Germiyan, Raperîn û Soran bi saziyan ve hêjmara karmendan hezar û 444 e. Ji vê hêjmarê tenê 421 karmendên jin in.
Çawa ku jin di dezgah û rêveberiyan de zêdetir erkê kar digre, di rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiyê de jî divê bi heman awayî be. Niha rêveberên pêşîlêgirtina tunditujiyê hemû mêrin û rêveberên saziyan jî hemû mêrin. Jinan ji mafê biryardan û rêveberiyê dur dixin. Tenê jinan di beşê kar kirinê de dihêlin.
Di rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinan de karmend dibin dû beş serbazî û şaristanî, karmendên serbazî ji sedan 87’an pêktê û ji vê rêjeyê tenê ji sedan 25 ê wê jin in. Rêjeya karmendên şaristanî ji sedan 57’an pêktê tenê ji sedan 13 jin in.
Li gora daneyan rêjeya karmendên jin di beşa şaristanî de zêdetire. Eve jî tê wê wateyê ku jin di erkê karkirinê de cih digrin û di nava rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiyê de weke karmendên serbazî hejmara wan kême. Karmendên serbazî erkê wan ewe ku tometbar bigre û lêkolînê di derbarê destdirêjiya li ser jinan dike.