Di nava kavilan de carek din dermanxaneya xwe ava kir

Dermanvana Xezayî Meha El-Muxerî piştî ku dermanxaneya wê rastê êrîş û wêrankirina hêzên Îsraîlê hat, dilê wê baristan neda ku miletê xwe di vê rewşê de bihêle û carek din dest bi avakirina dermanxaneya xwe kir.

REFÎF ISLÎM 

Xeza – Dermanvan Meha El-Muxerî, piştî ku dermanxaneya wê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hat şewitandin, navber da karê xwe. Meha, îro jî hewl dide ku ji nû ve dest bi çêkirina dermanxaneya xwe bike û carek din alîkariyên tenduristî pêşkêşî miletê xwe bike.  

Meha El-Muxerî ji ber êrîşên Îsraîlê mîna hezaran Filîstîniyên din koçî başûrê Xezayê kir. Lê dema ku agahî jê re hat gotin ku dermanxaneyek li bakur hatiye wêrankirin, dilê wê baristan neda û zend û bend badan. Ew difikirî ku cîhên hatine wêrankirin wê bi nû avakirinê re carek din çêke, lê gava ku dermanxaneya xwe ya hilweşiyaye û şewitiye dît, di şokê de ma.  

'Bi zanebûn cîhên tendrustiyê dikin hedef' 

Meha El-Muxerî da zanîn ku hêzên Îsraîlê ji bo ku milet di warê tenduristî de têk biçe û nikaribe pêdiviyên xwe peyda bike, hemû dermanxaneyên zîvalê bi zanebûn wêran kiriye û hilweşandiye. Meha El-Muxerî destnîşan kir ku bi taybetî jî dermanxaneyên navendî kirine hedefa xwe û wiha pê de çû: “Hemû deverên dermanxaneyê wêran kirin. Hemû derman û dermankirinên ku miletê jê sûd digirt, dizîn û şewtandin. Piraniya dermanxaneyan piştî êrîşan di çadirek de hatin vekirin û dermanên ku ji şewatê hatine xilaskirin, pêşkêşî miletê tên kirin. Min hin pêdiviyên dermanxaneyê ji mala xwe anî û tê de dermanên ku ji êrîşan xilas bûne, danîn." 

'Kêmbûna dermanan zirarê dide miletê' 

Meha El-Muxerî bal kişand ser kesên ku herî zêde ji kêmbûna dermanan zirarê dibînin û wiha got: "Herî zêde jinên ducanî, extiyar û yên ku nexweşînên wan giran in û birîndar zirarê ji kêmbûn û ne peydakirina dermanan dibînin. Di heman demê de pêwîstî bi dermanên zarokan û nexweşînên çermî ji bo bûyerên şewatê, hene. Sedemên derketina nexweşînan a li Xezayê, peydanekirina xwarinên paqij û tendurist e. Her wiha av jî gelek kêm e ku mirov pêdiviyên xwe pêk bîne û eger hebe jî, gelek buha ye lewma gel nikare bikire." 

'Alîkariya tenduristî ya ji bo miletê bodimînin' 

Meha El-Muxerî diyar kir ku dermanxaneya wê ya bi navê El-Teqwa, dermanxaneyek navendî bûye ku hemû şêniyên taxên El-Nasir, Şêx Rudwan û El-Celaa pêdiviyên xwe di vê dermanxaneyê de peyda dikirin û wiha got: “Girtina wê jî zirarên mezin dide miletê. Ji ber buhabûna rêjeyên dermanan, milet nikare tedawiyên xwe bikire, ev jî gelek astengiyan bi xwe re ava dike. Em hêvîdar in ku tîmên tenduristî û bijîşk alîkariyên tenduristî ji miletê re pêşkêş bikin da ku ji vê aloziyê rizgar bibin û her kesek vegere jiyana xwe ya berê.”