Jinên ji pêkhateyên Sûriyeyê: Bila navê welêt ‘Komara Sûriyeyê’ be

Jinên ji pêkhateyên Sûriyeyê, destnîşan kirin ku Destûra nû ya Sûriyeyê cihêrengiya etnîkî der dike û gotin kupêwîst e peyva ‘Ereb’ ji navê welêt bê derxistin û bibe ‘Komara Sûriyeyê’ be.

RAMA XELEF

Şam – Ji bo gelek kesan navê Sûriyeyê divê mîna “Komara Ereb a Sûriyeyê” bimîne. Ev jî wek berdewama serdema siyasî ya berê ye. Vê binavkirinê, nasnameya dewletê bi netewperestiya yekalî ya Ereb teşe kiriye. Her wiha, hebûna gelek netewên wek Kurd, Suryanî, Asûrî, Ermen, Çerkezan û civakên biçûk, ji nedîtî ve hatiye. Lê pêwîst bu ku ev Destûra nû ji bo gelekan bibe derfetek ji bo avakirina dewletek li ser bingeha welatîbûnê û nûjen, ne dewletek li ser bingeha netewperestiya teng.

‘Bila Komara Sûriyeyê be’

Di nivîsara Destûra nû de cîh dane çend xalên ku tê de dibêje ewê ji mafên kêmnetewên etnîkî û olî re rêzdarî bê nîşandan. Lê dîsa jî, yên ku yasayan çêdikin bi navê “Komara Ereb a Sûriyeyê” ve pir dilsoz in. Ev jî peyamek polîtîk e ku nîşan dide ev kes dixwazin nasnameya Ereb wek nasnameya netewî ya berfireh empoze bikin. Ev rewş ji aliyê komên din ên etnîkî ve wek ‘derkirinek sembolîk’ a li hember wan, tê nirxandin. Li gor van koman, pêwîst e ku Destûr, nasnameya rastîn a welêt nîşan bide, yanê di şûna tunehesibandinê de xwe bispêre pircuretiyê. Lewma jî ji bo wan guhertina navê welêt a wekî “Komara Sûriyeyê”, daxwaza bingehîn e û di pêvajoya jinûve nirxandina Destûrê de, pêwîst e ku bi awayek cidî bê nirxandin.

‘Bila Destûra nû hemû gelan bigre nav xwe’

Di vê hêlê de êdî bangên ji bo nasandin û temsîliyeta rastîn bilind dibin. Dengên ku ji  civakên ne Ereb derdikevin, dibêjin em navdayîna heyî red dikin, em sererastkirinek destûrî ya nû ku temsîliyeta rastîn a hemû komên etnîkî misoger dike, dixwazin. Vê daxwaza xwe bi awayek aşkera tînin ziman. Îman Ramadan a ku ji pêkhateyên Kurd e, wiha got: “Civaka me, xwedî taybetmendiyek tevlihev e; ji ber ku di aliyê etnîkî, çandî û netewî de zengîn e. Ez wek Kurdek, dibêjim mafê min jî heye ku mîna komên din nasnameya xwe û aydiyeta xwe ya netewî nas bikim. Lewma jî dixwazim ku Destûr, bi awayek ku ji daxwazên hemû alî û pêkhateyan re bibe bersiv, ji nû vê bê sererastkirin.”

‘Tê wateya tunehesibandina cihêrengiya etnîkî’

Li welatek ku rêçên şer û perçebûnê hê jî hene, nîqaşkirina nav tenê sembolîk nîne. Di heman demê de wek azmûnek rastîn a ji bo avakirina hevpeymanek civakî ya ku hemû pêkhateyan digre nav xwe jî.

Sîvan Hac Alî jî balkişand ser navê ‘Komara Ereb a Sûriyeyê’ ku tê xwestin li Sûriyeya nû bê kirin. Sîvan Alî li hember vê yekê nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Dibe ku Destûra nû ya Sûriyeyê li ser hinek xalan lihevkirinek pêk anîbe. Lê navê wê hê jî Komara Ereb a Sûriyeyê ye. Ev jî, tê wateya tunehesibandina cihêrengiya etnîkî. Li gor min ev nabe bersiva bendewariyên gelên Sûriyeyê -bi taybetî jî gelê ku ev 54 sal in li hember dûrxistinan serî rakiriye- nabe bersiv.”

‘Ev welat tenê ji Ereban pêk nayê’

Sîvan bibîr xist ku ji bo protestokirina vê feraseta hikûmeta demborî ya ku cudaxwaziyê dike, gelê Sûriyeyê daketiye kolanan û wiha got: “Gelê Sûriyeyê, bi taybetî ji bo ku vê ferasetê protesto bike daket qadan. Sûriye tenê ji Ereban pêk nayê; di nav de Kurd, Asûrî, Ermen jî hene. Lewma li gor min divê navê welêt wek ‘Komara Sûriyeyê’ bê guhertin. Ev guhertin hem dê yekîtiya Sûriyeyê biparêze hem jî komên din ên etnîkî bigre nav xwe. Peyva ‘Ereb’ ne bes e. Pêwîst e ku nasnameya dewletê tu kesî ji derve nehêle û ji nû ve bê pênasekirin. Divê civakek xwedî mafên wekhev û beşdar bê avakirin.”