Di nav 3 rojan de 53 çete hatin girtin
Îro Hêzên Ewlekriya Hundirîn bi daxuyaniyekê bîlançoya sê roj ên Operesyona Mirovî û Ewlehiyê, eşkrekirin.
Hesekê- Bi armanca têkbirina xeterî û bandora DAIŞ û girtina şaneyên veşartî, di 28'ê Adarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş bi hevkariya YPJ/YPG'ê û QSD'ê operesyona Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin. Îro piştî derbasbûna sê rojan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Asayîşê, li navenda Asayîşa Holê ya navçeya Holê ya girêdayî Kantona Hesekê, bîlançoya sê rojan a operasyonê eşkere kirin.
"53 çete hatin girtin"
Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Elî ve hate xwendin wiha hate gotin: "Li gorî erkê me yê mirovî, exlaqî û zagonî ve, hêzên me bi alîkariya YPJ/YPG'ê û QSD'ê di 28'ê Adarê de, li Kampa Holê dest bi operesyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Operesyona me li dijî şaneyên veşartî ya DAIŞ'ê û bûyerên qetilkirinê ku li dijî kesên di hundirê kampê de, rû didan. Armanca wan ji vê yekê ew bû ku zarokan dûrî jiyana aşîtiyê bixin û ber bi rewşên xirab ve bibin. Piştî derbasbûna du rojan ji operesyonê em tekez dikin ku li gorî mafê mirovan û hevpeymanên navdewletî ve, tevdigerin. Heya Îroj 53 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin, 5 ji wan payebilindên DAIŞ'ê bûn ku bi gelek kiryaran ve rabûbûn. Her wiha gelek telefon û bilgîseyerên ku agahiyê şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê têde hatibûn qeydkirin hatin girtin. Hêzên ku hejmara wan 6 hezar in, bi rihê berpirsiyartiyê tevdigerin ku ewlehiyê ji kesên di hundirê kampê de vegerînin. Operesyon wê heya dawiyê bidome ku em encamên baş jê bigrin û dawî li xeteriya şaneyên veşartî bînin."
Daxuyanî bi bersiva pirsên rojnemevanan bi dawî bû.