Di lêkolînek de hat eşkerekirin ku leşkerên jin di artêşa Brîtanyayê de rastî êrîşên zayendî tên
Di lêkolîneke dawî de derket holê ku leşkerên jin li Brîtanyayê rastî tundî, cudakarî, binpêkirin û êrîşên zayendî tên ji aliyên rêveberên mêr ên ku di astên jorê de dixebitin.
Navenda Nûçeyan- Kovara BMJ Military Health lêkolînek li ser jinên ku di artêşa Brîtanyayê de wezîfedarkirî ne weşand û destnîşan kir ku di lêşkerên jin de metirsiya tundiya hestiyar, tacîza zayendî û êrîşa fîzîkî heye.
Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku leşkerên jin ên ciwan an jî yên ku pileya efseriyê girtine yan jî rolên şerkerî yan jî desteka şerker lîstine yên herî metirsîdar li hemberî vê tacîzê ne, her wiha di lêkolînê de hate teqezkirin ku ji 750 jinên leşker ên kevn ên hatine lêkolînkirin, ji sedî 22,5 rastî tacîza zayendî hatine û ji sedî 5,1 rastî destdirêjiya zayendî hatine û ji sedî 22,7 ji wan rastî tundiya hestiyarî her wiha ji sedî 3,3 jî rastî êrîşa fizîkî hatine.
Jinên rastî tundî û destdirêjiyê tên gilî nakin
Di heman demê de lêkolîn wiha piştrast dike: "Gelek jin ji tirsa encamên nebaş tiştên ku ew rastî hatine ji tundî, êrîş, destdirêjayê gilî nakin û qet nabêjin ev jî dibe sedem ku di dema leşkeriyê û piştî wê de jî êşa di warê tenduristî, derûnî û zayendî de bikşînin."
Tîma zanyarên ku li Brîtanyayê lêkolîn amade kirin, banga piştgiriya zêde ya bi lez ji leşkerên jin re kirin her wiha zanyaran gotin; "Jinên ku di astên bilind de di artêşê de cih digrin jî dibe ku ji hêla rayedaran ve rastî destdirêjiyê bên."
Li gorî ajansa “BA Media” ya Brîtanyayê ku hejmara jinan di artêşa Brîtanyayê de gihîştiye 16 hezar û 500 jinan, ji sedî 11 tevahiya hêza mirovî ye û di gelek karan de rol û misyona wan heye ji wan yek jî ew e ku di refên pêşîn de ji bo şer cih digrin.