Di lêhiyên Kenyayê de 267 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di lêhiyên li Kenyayê de jiyana xwe ji dest dane bû 267, hejmara birîndaran jî weke 188 hate ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Kenya ev nêzî 3 hefte ye di bin bandora barana zêde de ye. Ji ber lêhiya li welat bandor li jiyana hezaran kesan kiriye.  

Seroka karê hindir ya Kenyayê Kithure Kidiki daxuyanî da çepemeniyê û diyarkir ku hejmar kesên ku di lêhiyê de jiyana xwe ji dest dane bûye 267. Hejmara birîndaran jî weke 75 kes parve kir.

167 kamp hatin avakirin

Li aliyê din ji ber şert û mercên hewaya xirab bandor li nêzî 389 hezar kesan kiriye, hate îfadekirin ku 56 hezar malbat neçar mane malên xwe terk bikin. Li Kenyayê 9 hezar donim zeviyên çandiyê ziyan dîtine, 4 hezar çiftligên lawiran telef bûne. Ji bo ên ku ji lêhiyê bandor bûne 176 kamp hatine avakirin.