Di kovara Jin a vê hefteyê de 12 saliya şoreşa Rojava heye

Hêjmara Kovara jin ya heftena bi manşeta ‘Şoreşa Şoreşa ku li ser koka xwe şîn dibe: Şoreşa Rojava’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin di hêjmara 22’an de cih da 12 saliya Şoreşa Rojava.

Nivîsa Emma Rengîn ya bi nivîsa xwe a bi sernavê ‘Şoreşa ku li ser koka xwe şîn dibe, Şoreşa Rojava’ bû manşeta kovarê. Di vê hêjmarê de Figen Yuksekdag di danasîna pirtuka xwe a bi navê ‘Ji girtiyê hate azadiyê ‘qevdek por’ ji pirtuka girtiya muhabetê Sona Mangutay nivîsan.

Saliha Ayata bi nivisa xwe ya bi sernivîsa ‘exlaqîbûyîn bûyerek ya çanda civakiye’ cih girt. Oya Açan bi nivisa ‘tecawizkar, îstismarî, kujerên jinan carek din dadikevin kolanan’ bal kişand ser guherîna zagona nû û xespkirina mafê jinan. Di kovarê de di nivîsa Esma Kaya Ceylan ya bi sernivisa ‘Di film kartonan de bindestkirina zarokan: lingên Heidi’ bal kişand ser rastiya zarokên kole li Swîsre.

Sernivisên ku di hêjmara nû de cih girtin wihaye:

*Şoreşa ku li ser koka xwe eşîn dibe; Şoreşa Rojava/Emma Rengîn

*Ji girtinê heta azadiyê ‘qevdek por’ /Fîgen Yuksekdag

*Exlaqîbûyîn bûyerek ya çanda civakiye/Saliha Ayata

* Tecawizkar, îstismarî, kujerên jinan carek din dadikevin kolanan/Oya Açan

*Di filmên zarokan de bindestkirina zarokan: Lingên Heidi/Esma Kaya Ceylan