Di keştiya koçberan de şewat derket

Di keştiyek ya koçberên ku ji Haîtî ber bi Giravên Tirk û Caîcos’ê ve diçû de şewat derket û di encamê de herî kêm 40 koçberên ji Haîtiyê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan (IOM) ragihand ku di 17’ê Tîrmehê de di nava keştiyek ku zêdetirî 80 koçber tê de bûn şewat derket û di encamê de herî kêm 40 koçberên ji Haîtiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa Rueters’ê, keştî ji Fort Saint-Michel ya dikeve bakurê Haîtiyê bi rê ketibû û ber bi Giravên Tirk û Caîcos’ê ve diçû. Tîmên Parastina Peravê ya Haîtî karîne 41 koçberan rizgar bikin.

IOM’ê destnîşan kir ku ji bo koçberên hatine rizgarkirin pêdawîstî û alîkarî dabîn kirine û 11 kesên birîndar bûyîn jî ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku welatê Haiti yê Karayîp di van salên dawî de, bi buyerên tundî û bêîstîkrariya siyasî ya zêde re rû bi rû maye. Piştî ku serokê berê Jovenel Moïse di Tîrmeha 2021’an de hate kuştin, tevî ku cîgirê wî Ariel Henry soz da rewşa ewlehiyê baştir bike, lê revandin û tundiya çeteyan berdewam dike.