Di hezaza Hindistanê de 148 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di hezaza axê ya li pey hev li başûrê Hindistanê rû dayî de jiyana xwe ji dest dane giha 148 kesan.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Kerala ya dikeve başûrê Hindistanê barana bi bandor ku rê li ber hezaza axê vekir. Hate ragihandin ku hejmara kesên di hezazê de jiyana xwe ji dest dane giha 148 kesan.

Rayedarên eyaleta Kerala derbarê hezaza axê ya ku dûh li herêma Wayanad qewimî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên ku di hezaza axê de jiyana xwe ji dest dane giha 148’an, nêzî 600 personelên artêşa Hind bejdarî xebatên rizgariyê  bûne.  

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li eyaleta Kerala şîn hatiye îlan kirin, ji bo bi sedan kesên winda bûne xebatên lêgerînê berdewam dike. Li aliyê din hate ragihandin ku ji  ber barana bi bandor saziyên perwerdê yên li herêmê hatin girtin.

Li eyaleta Kerala ya başûrê Hindistanê dûh di encama barîna bi bandor de hezaza axê çêbû, bînesazî û rê xisar dîtin. Li gundê Chooralmala ku ji afetê bandor bûye 200 avahî hilweşiyan.