Di hefteyekê de 2 zarok li Efrînê rastî êrişa zayendî hatin

Li Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ye roj bi roj agahiyên destdirêjî û êrişa zayendî tên. Di nav hefteyêkê de 2 zarok rastî êrişa zayendî hatin.

Efrîn - Ji roja dagirkririna Efrîn 18'ê Adara 2018'an ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ve kiriyar û binpêkirin di derheqê welatiyên herêmê de bê navber berdewam dike. Zarokek 14 salî ji aliyê çeteyê bi navê Selah Qasêm ku endamê Artêşa Îslamî ye hate tecewizkirin.

Li gor agahiyên hatin girtin piştî ku destdirêjî ser zarok hate kirin û malabat bi bûyerê hesiyaye, ew çete reviyaye lê ji bo ku ev bûyer bê tepisandin çeteya Selah Qasêm ji aliyê Artêşa Leşkerî ve hate girtin. Li gor agahiyên ku ketine destên me, zaroka ku hatiye tecewizkirin ji koçberên bajarê Helebê ye û li Efrînê bi cih bûye.

Di nav hefteyê de bûyera duyemîn e

Di 6'ê Gulanê de ji aliyê çeteya bi navê Ehmed Memduh ku endamê koma çete bi navê "El Amşet" zarokek deh salî ji navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hatibû tecewizkirin.