Di gora 2 hezar û 700 salî gelek berhemên dîrokî derket

Li Îtalyayê berhemên dîrokî ên di goristana 2 hezar û 700 salî de hat dîtin tê payîn ku di nav de ‘kesek payebilind’ heye.

Navenda Nûçeyan - Lêkolînvanên Zaningeha Bolgnayê li bajarê Corînaldo ya Îtalyayê nêzî 6 sal e xebatên arkeolojîk didin meşandin. Di çarçoveya projeya bi navê ArcheoNevola de, di sala 2018'an de li herêmê goreke ku tê texmînkirin aîdî prensekî Picenî ye hat dîtin. Ev gora ku ji sedsala 7'emîn a berî zayînê, bû sedema heyecaneke mezin. Gelê Piceni berî zayînê di navbera sedsala 9’emîn û berî zayînê sedsala 3’emîn de di navbera Marche û Abruzzo ya îroyîn de jiyaye. Şaristaniya Romaya kevn paşê ev herêm xiste bin desthilatdariya xwe.

Di daxuyaniya Şaredariya Corinaldoyê ya di 27’ê Tirmehê de hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêmê xezîneyên nû yên beriya zayînê sedsala 7’emîn hatin dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tespîtên nû ji yên berê derbas dibin. Zêdetirî 150 berhemên dîrokî ji gora bi qasî 2 hezar û 700 salî, ku tê texmîn kirin ku aîdî xortekî esilzade ji gelê Picenî ye, hatiye derxistin.

Di nav van berhemên dîrokî de ya herî bal dikşîne erebeya şer a bi du tekerlekan e. Di gorê de ji bilî berhemên xortê asilzade, ‘hinek bronz, kumzirx, sîtil û qutîkên bi baldarî hatine xemilandin hatine dîtin. Arkeologan gora ku tê de tiştên wek ji bo goşt were perçekirin bivir, ji bo xwarin û wexwarinê  dîzik û xilik bi hawîrdora ziyafetê re têkildar dikin.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku berhemên hatine dîtin girêdayî kesek ‘herî payabilind’ ya ji civakê ye. Wekî din, tiştên ku aîdê Etrûskan in ku vê dawiyê li deverek cûda ya Îtalyayê dijiyan jî hatin dîtin. Hate gotin ku her du gel bi hev re danûstandin û bazirganiyê kirine. Şaredarê Corinaldo Gianni Aloisi di daxuyaniyê de got: "Corinaldo dikare bi sernavê xwe yê wekî Welatê Prensan serbilind be.” Ev dîtina nirxa dîrokî û çandî ya cîhê arkeolojîk a Nevola piştrast dike, dê rê bide me ku em dîroka civaka xwe fêr bibin û belkî ji nû ve binivîsin.