Di êrîşên li ser Xezayê de 51 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîlê yên tevahiya şevê ku li ser Zîvala Xezayê berdewam kirin de, 51 Filistînî ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dike. Li gor nûçeyên ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; Îsraîlê di tevahiya şeve malên di başur û bakurê şerîda Xezayê hedef girtine. Di êrîşên li ser bakurê Zîvala Xezayê de 41 kes, di tevahiya êrişan de bi giştî zarok û jin jî di nav de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşande gelek kes jî birîndar bûn.

Di nûçeya ku hat dayîn de hate destnîşan kirin ku birîndar birine nexweşxaneya El-Avde û nexweşxaneya Endonezyayê, her wiha hatiye diyarkirin ku beşek ji kesên jiyana xwe ji dest dane di bin xirbeyan de ne.

10 hefte ye alîkarî derbasî Xezayê nabe

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Bilez Tom Fletcher, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 10 hefteyan zêdetir e ku alîkariya ji bo Xezayê hatiye astengkirin. Di daxuyaniyê de anî ziman ku ne xwarin, ne derman, ne av an jî kon, tiştek derbasî Xezayê nabe, Îsraîl ferzkirinên mîna “Bi zanebûn û bê ku şerm bike şertên dij mirovî” didomîne.

2.1 milyon kes di bin xetereya birçîbûnê de ne

Daxuyaniyê bal kişand ser wê rastiyê ku her yek ji 2.1 milyon mirovên li Xezayê di bin xetereya birçîbûnê de ne û ragihand ku êrîşên li ser pergala tenduristiyê û tesîsên ku jixwe hilweşiyayî ne bênavber berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tîmên alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û alîkariyên ku li ser sînor hatine rawestandin hîn jî amade ne û ev yek hat gotin, "Lê belê, Îsraîl rê li ber gihîştina me digire û armanca valakirina Xezeyê ji jiyana sivîlan girîngtir dibîne. Berdewamkirina dorpêçê rewşekî xerabe. Hate pirsîn ku dema wezîrên Îsraîlî li ser vê yekê pesnê xwe didin hun çawa bertek nîşan didin?” Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ew weke Neteweyên Yekbûyî (NY) 12 caran ji bo alîkariya Xezeyê bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtin kirine lê encam ne girtine.