Di êrîşên Hûsiyan ên li Taîzê de sivîl hatin kuştin

Li bajarê Taîzê ya Yemenê, di encama êrîşa Hûsiyan de jin û zarok jî di nav de 11 sivîl mirin û birîndar bûn. Rêxistinên mafên mirovan, bang li civaka navneteweyî kirin ku bi awayekî lezgîn binpêkirinan rawestînin û sivîlan biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Taxên niştecihbûnê yên li bajarê Taîzê ya li başûrê Yemenê, rastî topbarana giran a Hûsiyan hatin. Xirabûna rewşa mirovî û kêmbûna pêdiviyên bingehîn, derbarê jiyana bi deh hezaran sivîlan de fikarên cidî çêdike.

Navenda Mafên Mirovan a Taîzê (THRC), ragihand ku di êrîşa Hûsiyan a li dijî malên li navçeya Sabr El-Mewadim a li başûrê bajarê Taîzê de, 2 zarok jî di nav de 5 sivîl mirin û birîndar bûn û 11 mal jî zirar dîtin. Di êrîşê de Mu’tesim Îbrahîm Ehmed Qasim ê 30 salî û Îlyas Mihemed Elî El-Cundî yê 15 salî mirin û zarokek 12 salî jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku hinek mal bi awayekî qismî hilweşiyan.

Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku teqîn dema ku malbatek li ser zeviyeke çandiniyê ya li gundê Benî Emîr bû, pêk hatiye. Di teqînê de jinek mir û keça wê ji ber perçeyên teqemeniyê ji lingê xwe birîndar bû. Her wiha hate ragihandin ku du xwişkên wê jinê jî di encama teqînê de birîndar bûne.

Daxwaza darizandina berpirsyaran

Navendê, bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî kir ku vê êrîşa li dijî sivîlan û binpêkirinên din ên ku ji aliyê Hûsiyan ve li Taîzê hatine kirin, şermezar bikin. Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku dorpêça giran a li ser bajêr were rakirin, êrîşên li ser deverên niştecihbûnê û armancên sivîl bên rawestandin, tedbîrên pêwîst ji bo parastina gel bên girtin û kesên berpirsyarê van binpêkirinan bên darizandin.