‘Keziya jinê sembola yekîtî, hevgirtin û tekoşîna hevpar a jinan e’

Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan, îro li dijî êrîşa li ser tabloya keziya jinê ya li çarxereya Merşo, li çarxereya Kevokê keziya jinan daliqandin û bi vê yekê piştgiriya xwe ji yekîtiya jinan re nîşan dan.

Hesekê – Jinên Hesekê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, îro li çarxereya Kevokê a bajarê Hesekê kom bûn û li dijî êrîşa li ser sembola kezîya jinê helwesta xwe nîşan dan. Jinan, di çalakiyê de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” girîngiya yekîtiya jinan û parastina îradeya jinan anîn ziman.

‘Êrîş li dijî îradeya jin e’

Endama Kongra Star Evîn Xidir, da zanîn ku jinên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan li çarxereyê kombûne û kezîya jinê daliqînin. Evîn Xidir got ku êrîşa li ser keziya jinê, di heman demê de êrîşa li dijî yekîtiya jinan, têkoşîn û îradeya jinan e û wiha pê de çû: “Hinek kes dixwazin di nav gel de nakokî û fitne derxînin û aramiya herêmê têk bibin.”

‘Tu kes nikare îrade û yekîtiya jinan têk bibe’

Rêvebera Kongra Star Hêlîn Ehmed jî di axaftina xwe de diyar kur ku ev kezî ji bo wan semboleke pîroz e û ji bo her jinekê wateya yekîtiyê dide û got: “Dema em dibêjin kezî, em behsa doza jinê, yekîtiya jinan û hevgirtina jinan li tevahî cîhanê dikin. Tu kes nikare îrade û yekîtiya jinan têk bibe. Dema mijar dibe doza jin, hevgirtin û yekîtiya jinan bersiva herî mezin e.”

Di dawiya çalakiyê de, jinan porê xwe kirin kezî û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” balkişandin ser yekîtiya jinan û parastina îrade û tekoşîna jinan.