Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hejmara kuştiyan zêde dibe

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 29. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li 191 noqteyên aydê Cîhada Îslamî xistine.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezaya dorpêçkirî ku serê sibeha 9’ê Gulanê îdia kir rêveberiya Tevgera Cîhada Îslamî kiriye hedef, daye destpêkirin, berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezayê de Filistîniyekî din ê ku navê wî/wê nehat eşkerekirin jiyana xwe ji dest da.

Cihên nêzî qadên niştecihbûnê bûn hedef

Hejmara kesên di êrîşên 3 rojên dawî de jiyana xwe ji dest dan bû 29’an, hejmara birîndaran jî ji 90 kesî derbas bû. Di dîmenên ku artêşa Îsraîlê parve kir de, di kamerayan de eşkere bû ku di êrîşên hewayî de cihên nêzî qadên niştecihbûnê bûne hedef.

Ji Xezayê roket avêtin îsraîlê

Li gorî nûçeya di Gazete Duvarê de ji Xezaya ku di bin êrîşan de ye roket avêtine îsraîlê. Ji bilî cihên niştecihên Yahûdî yên li derdora Xezayê, li bajarên wekî Askalan (Ashkelon), Usdud (Aşdod), Bat Yam û Holon ên li nêzî paytext Tel Avîvê alarma êrîşan pêketin.

Li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin ku li hin nuqteyên Sderot û Askalanê roket ketine û zirar çêbûne. Ji aliyekî din ve artêşa Îsraîlê eşkere kir ku ji Xezayê heta niha nêzî 800 roket û topên hawanê hatine avêtin, ji wan 620 Xezayê derbas kirine û pergala parastina hewayî jî 179 roket rawestandine.

Hevdîtinên agirbestê encam negirtin

Her wiha artêşê, ragihand ku wan li 191 noqteyên di hundirê Xezayê de yên aydê Cîhada Îslamî ne, xistine. Hevdîtinên agirbestê yên di navbera komên Îsraîlî û Filistînî de hê jî encam negirtin.

Ji aliyekî ve di nav wan kesên ku di êrîşên 3 rojên dawî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê jiyana xwe ji dest dane 5 kes ji kadroyên payebilind ên Cîhada Îslamî ne her wiha hat diyarkirin ku komên Filistînî jî ji Xezayê bi sedan roket û topên hawanê avêtine Îsraîlê.