Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de sê kes mirin
Tevî peymana agirbestê jî di êrîşên hewayî yên berdewam ên Îsraîlê li dijî deverên cuda yên başûr û rojhilatê Lubnanê de sê kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndaran ji Adara borî ve çar hezarî derbas kiriye.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên li dijî Lubnanê di rojên dawî de zêde dibin. Êrîşên hewayî yên Îsraîlê berfireh dibin û hejmara miriyan her diçe zêdetir dibe. Di nava êrîşan de, êrîşên hewayî, bombebaran topbaran û binpêkirinên sînor hene.
3 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê êvara 4’ê Îlonê, ragihand ku di êrîşên hewayî yên li dijî deverên cuda de sê kes hatine kuştin û 23 kes birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku li bajarokê El-Remadiyê yê herêma Tîrê kesek hatiye kuştin, 15 kes birîndar bûne. Di navbera wan de xebatkarên tendirustiyê, jin û zarok hene. Li Kefer Rummanê du kes hatine kuştin û yên din jî li bajarokên Nebatiye El-Fewqa û Meyfadunê birîndar bûne.
Her wiha ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku welatiyekî Sûriyeyî li Geliyê Bekaa yê rojava birîndar bûye û Îsraîlê xanî û deverên derdora wan li Nebatiye, taxa El-Ruweiss û Tell el-Debşa û her wiha bajarokên Kifur û Meyfadûn kirine hedef.
Tevî agirbestê êrîş didomin
Êrîşên Îsraîlê tevî peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de ku di meha Hezîrana borî de hatibû îmzekirin, tê de vekişîna gav bi gav a hêzên Îsraîlê ji başûrê Lubnanê û bicihkirina artêşa Lubnanê hatibû destnîşankirin jî didomin.
Li gorî rayedarên Lubnanî, ji 2’yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de 4 hezar û 350 kes hatine kuştin, 12 hezar û 307 kes birîndar bûne û zêdetirî milyonek kes jî bêwar mane.