Di êrîşa li dijî bakurê Darfûrê de 10 kes mirin
Di êrîşê li dijî bazareke li herêma El- Malha ya eyaleta Bakurê Darfurê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Sûdan – Balafira bê mirov û bi çek êrîşî bazara El Hara ya navçeya El- Malha ya girêdayî eyaleta Bakurê Darfûrê kir. Di encama êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek zêde kes birîndar bûn, di heman demê de xisarek zêde ya madî derket û hinek firoşgeh şewitîn.
Konseya Odeya Rewşên Lezgîn a Bakurê Darfûrê, di daxuyaniya 20’ê Kanûnê de, ragihand ku di encama êrîşa li dijî bazara El Hara ya navçeya El- Malha ya girêdayî eyaleta Bakurê Darfûrê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, berpirs hê nehatine diyarkirin.
Konseyê da zanîn ku êrîşê rê li ber şewata hinek firoşgehan vekiriye û windahiyên madî gelek çêbûne.
Konseyê hedefgirtina bazara ku tije sivîl bûn bi tundî şermezar kir û vê êrîşê weke sûcekî hovane li dijî sivîlan bi nav kir. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest û ji bo tedawîkirina birîndaran banga mudaxeleya lezgîn li saziyên tibî û mirovî kir.