Di êrişa dewleta Tirk a li ser Tirpespiyê 3 jin û zarokek birîndar bû
Dewleta tirk bi balafirên bêmirov (SÎHA) êrîşî gundê Mizgeftê ya navçeya Tirbesiyê kir. Di encama êrişê de 3 jin û 1 zarokek birîndar bû.

Qamişlo – Dewleta Tirk îro bi balafirên bêmirov (SÎHA) êrîşî gundê Mizgeftê ya navçeya Tiberbesiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrişa ku li ser kargeha mirîşkan hat pêkanîn de 3 jin û zarokek birîndar bûn.
Li gor agahiyan kesên ku birîndar bûne Eyşe Xelef Elî, Cewahir Xalid Mihemed, Sewra Meter û yek jê zarok Rîham Ezam El-Elî ye.
Jinên ku birîndar bûne niha di bin çavderiya bijîjkan de ne û tên dermankirin.