Di êrîşa Îsrailê de 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan

Balafirên Îsrailê li bajarê Xan Yûnisê erebeya 2 rojnamegerên ku li ser erka xwe bûn kir hedef. Di êrîşê de her du rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya ji ofîsa ragihandina Hikumetê a li Xezayê hatî de, hate diyarkirin ku balafirên Îsrailê li bajarê Xan Yûnisê erebeya 2 rojnamegerên ku li ser erka xwe bûn kir hedef. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di êrîşê de 2 rojnemgerên bi navê Mustafa Sureyya ve Hamza ed-Dahduh jiyana xwe ji dest dane. Li gor zanyariyan Hamza nûçegihanê Al Jazeera ê kurê Vail ed-Dahduh e. 

Hejmara rojnamevanên hatin qetilkirin gihişt 109’an. Di daxuyaniya ku hate diyarkirin hejmara rojnamevanên ji êrîşên Îsraîlê yên 7’ê Cotmehê vir ve hatiye dest pê kirin li Xezayê hatin qetilkirin gihişt 109’an û êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî rojnamevanan şermezar kir. Di daxuyaniyê de her wiha bang li yekîneyên medyayê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku êrîşan şermezar bikin û ji bo dawî anîna qirkirina li dijî gelê Filistinê, zext li Îsraîlê bikin.