Di erdhejê de 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li ser erdehejên ku navenda wê Mereş bû 9 roj derbas bûn. Di erdhejê de heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dan. ÎMO’yê rapora xwe ya pêşnirxandinê ya der barê avahiyên li herêmên erdhejê de eşkere kir û bal kişand ser xemsariyan.

Navenda Nûçeyan- Di erdheja ku navenda wê Mereş e, li 10 bajaran pêk hat, bilanço her ku diçe girantir dibe. Li bajarên ku erdhej lê pêk hatiye, di bin kavilan de hê jî xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dikin. Di bin kavilên bi hezaran avahiyan de de hê xebat nehatine destpêkirin. AFAD’ê bîlançoya herî dawî ya erdhejê eşkere kir û heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dane.

‘Ji hemû aliyan ve karesatek mezin e’

Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) têkildarî avahiyên di erdheja Mereşê de hilweşiyayî, rapora xwe ya pêşnirxandin eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku li herêmêke pir berfireh xesar çêbûye û erdhej bûyerên xwezayî ye lê belê sedema vegera karesatê avahiyên ku bi destên mirovan hatine çêkirin e.

Di raporê de wiha hat gotin: “Ger avahî li gorî rêgezên avakirina hilberînê bihatana çêkirin dê dîsa xesar bigihîşta avahiyên li gorî rêziknameya hatine çêkirin. Heta dibe ku xesareke mezin jî bigihîşta lê dê veneguheriya karesateke ewqas mezin. Wê demê heke xesar mezin bûya jî dê windahiyên can bi sînor bûya.”

Piraniya avahiyan piştî 2000’ê hatiye çêkirin

Di raporê de bi bîr xist ku piraniya avahiyan piştî sala 2000’an hatiye çêkirin û wiha hat gotin: “Herêmên ku xisarên erdhejê lê zêde çêbûne, ew bajar in ku li ser erdên çandiniyê yên berhemdar hatine avakirin. Li ser zemînên ku li bin wan kevirê sereke lê qels e û zemînên ku potansiyela wan a ronîbûnê heye, avahiyên 10-15 qat hatine çêkirin. Avahiyên ku pergala wan a hilgiriyê qels, xesareke mezin gihîştiyê yan jî bi komî hilweşiyan e. Li gel vê heke hilweşiya bin jî yan qatekî di erdê de çûne û yan jî xwar bûne. Ev yek jî nîşan dide ku li hinek herêman zemîna avahiyan ron e.

 ‘Venêrînek baş nehatine kirin’

Weke di pêkanînên hemû înşaetan de hewce dike, venêrîneke baş were kirin. Lê belê ev zincîra ku terîfa wê tê kirin, ji ber hinek sedeman li welatê me kêm tên kirin. Bi taybet jî qismek fîrmayên mutahîdên biçûk, ji bo ku xwe nedin ber mesrefa wê, ji vê sepanê direvin. Lewma hîmê qismekî avahiyên li ser van zemînan tên çêkirin nikarin xwe li ber erdhejan bigrin. Divê ev rewş were lêpirsînkirin. Pirsgirêk, di çarçoveya asta zanebûnê, tecrube, etîk û pîvanên exlaqî de pirsgirêkeke civakî ye. Ji vê hêlê ve jî dema mercên welatê me mirov dide ber çav, divê xebattên Plankirina Bajaran dîsa di ber çavan re bên derbaskirin.

Gelek kêmasî hatin tesbîtkirin

Di raporê de hat diyarkirin ku zafiyet di malzemeyên avahiyên betonarme de heye. Di salên 1980’yî û 90’î de heta salên 2000’î de qalîteya betona ku di avahiyan de hatiye bikaranîn xerab bûye û ev gelek belav bû, wiha hat gotin: “Di stûn û kîrîşên avahiyan de jî tê dîtin ku qewîn nehatine çêkirin û di qatên avahiyên jor de hesinên kin hatine bikaranîn.  

Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne

Yek ji 10 bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûye, Amed e muduriyeta bajarvanî û hewirdor, 120’ê wê odeya endezariya inşaetê xebatên tesbîta ziyanan berdewam dike. Li gorî zanyariyan, li Navenda Amed, li bajarokên Rezan, Peyas, Yenîşehir û Sûrê di 71 hezar avahiyan de, di ser 15 hezaran xebatên tasbîta xisaran temam bûye. Hat tesbîtkirin ku 20 avahî di ber hilweşînê ne, di 300 avahiyan de xisarên giran hatin tesbîtkirin.

Li kêleka 7 avahiyên ku ji ber erdhejê hilweşiyane di 4 avahiyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne. Hat zanîn ku piştî xebatên lêgerîn û rizgariyê, wê endezyar beşdarî xebatên tesbîtkirina xisarê bibin.

Li bajar heta niha cenazeyên 380 kesan hatin dîtin. Hejmara birîndaran weke 902 hat aşkerakirin.