Di erdheja li Hatayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di erdheja di êvara 20’ê Sibatê de ku navenda wê Hatay bû 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 ji wan bi giranî 294 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li navçeyên Samandagê û Defne yên Hatayê 20’ê Sibatê seet di 20.05 de erdhejek pileya wê 6,4 û piştre bi pileya 5,8 pêk hatin. Erdheja ku di serî de li Hatayê bandora xwe kir li Sûriye, Urdun, Iraq, Filistîn, Îsraîl û li Misirê  jî hat hîskirin

Li gorî daxuyaniya Wezîrê tenduristiyê Fahreddîn Koca di erdheja navenda wê Hatay e de heya niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 ji wan giran, 294 kes jî bîrîndar bûne.