Di erdheja Mexrîbê de hêjmara miriyan derket 2 hezar û 122’an

Li gorî daneyên dawî hêjmara kesên di erdheja ku li Mexrîbê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 122’an û hêjmara birîndaran jî derket 2 hezar û 421’an.

Navenda Nûçeyan - Hêjmara erdheja bi pileya 7’an ku 8 kîlometre di bin erdê de li Mexrîbê rû da û navenda wê li herêma El-herêma Marakeşê ye, girantir dibe. Di roja 3’emîn a erdhejê de ji bo kesên di bin xirbeyan de mane bên rizgarkirin dem derbaz dibe. Her ku saet derbas dibin hêjmara mirî û birîndaran zêde dibe.

Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de ji ber wêranbûna belave li cihên cuda yên li herêmên dûr ên welêt astengî hene. Wezareta Karên Hundir a Mexrîbê ragihand ku hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 122’an û hêejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 421’an.

‘Gelek gund bi temamî wêranbûn’

Wezîrê Edaletê yê Mexrîbê Abdullatîf Vehbî diyar kir ku li welêt gelek gund bi temamî wêran bûne. Abdullatîf Vehbî diyar kir ku gelek taxên kevn ku hin ji wan dîrokî ne, li bajarê Tarudant ê li başûrrojavayê welêt zerereke mezin dîtine û destnîşan kir ku rayedar ji bo ku niştecihên ku nikarin vegerin malên xwe yên li herêmên ku zererê dîtine bi cih bikin dixebitin.

Abdullatîf Vehbî teqez kir ku karê wan yê sereke ew e ku xizmetguzariyên bingehîn pêşkêş bikin û diyar kir ku xebatên vekirina rêyên niştecihên derdora bajarê Tarûdantê ku ji ber erdhejê hatibû girtin, berdewam dikin.