Di erdheja Meletî de kesek jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku di erdheja bi pileya 5,6’an ya li Meletî de herî kêm 22 avahî hilweşiyan, kesek jiyana xwe ji dest û 69 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan - Îro saet di 12.04’an de li navçeya Çermiktî ya Meletiyê bi pileya 5,6’an erdhej çêbû. Erdheja ku 6,96 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat, li bajarên derdorê jî hat hîskirin. Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî pileya erdhejê weke 5,5 û Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) jî weke 5,5 ragihand.
Piştî erdhejê demeke kin ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê û wesayitên agirkujiyê ber bi herêma ku hilweşandin pêkhat ve herikin. Gel rê ji ber trafîka wesayîtan ji trafîkê hatin girtin, polîsan ji bo vebûna rêyan anons kir. Welatiyên li bajêr man daketin kolanan, ekîbên şaredariyê der barê erdhejên biçûk didomin û divê gel nekevin xaniyên xisar dîtine de anons kir. Li gorî agahiyên qeymeqamê Çermîktiyê Mehmet Çinar daye, 10 avahî hilweşiyan.
Azîz Delîktaş û keça wî Şeyma Delîktaş ên ku li navçeya Çermîktî hewildan dema erdhejê ji avahiyeke ku xisare mezin dîtibû eşyayan derbixin, ji ber hilweşîna avahî di bin xirbeyan de man. Ekîbên ku dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin, bav Azîz Delîktaş ji binê xirbeyan rizgar kirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nav xirabayên avahiyên hilweşiyayî de dewam dikin, der barê li navçeyê xirabeyan avahiyên din ên hilweşiyayan de kesek heye yan na tune ye tu agahî nehat girtin.
AFAD'ê der barê erdhejê de ragihand ku di 5 xirabeyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome, kesek jiyana xwe ji dest da û 69 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer jî diyar kir ku li navçeyê 22 avahî hilweşiyane.