Di erdheja li Efganîstanê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 400’î

Hat ragihandin ku hejmara kesên di erdheja li Efganîstanê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 400’î.

Navenda Nûçeyan – Xerabûna erdheja bi lerza 6.3 ku di 7’ê Cotmehê de li parêzgeha Herat a Efganîstanê pêk hat, berdewam dike. Di erdheja ku hezar û 230 xanî bi temamî hilweşiyan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan jî zêde dibe.

Berdevka Wezareta Karesatan Janan Saiq di daxuyaniya xwe da daxuyani da û diyar kir ku hejmara kesen ku di erdheje da mirin derket 2 hezar û 400’i. Di daxuyaniyê de hejmara birîndarên ku beriya niha 9 hezar û 240 kes hatibûn ragihandin, hate sererastkirin ku zêdetirî 2 hezar kes birîndar bûne.

Tê texmînkirin ku li gundên ji ber erdhejê 200 kes di bin xirbeyan de ne, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.