Ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin 16 jê hatin berdan

Li Stenbol û Kirklarelî di ser girtina malen de 20 kesên ku di nav de siyasetmederên HDP’yî û rêveberên rêxistina civaka sîvîl jî hebû 20 kes hatin binçavkirin 4 ji wan hat girtin, 16 kes jî hat berdan.

Navenda Nûçeyan - Piştî êrîşa li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin 20 kesên ku di 2’yê cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, duh sewqî Edliyeyê hatin kirin.

Li Edliyeya Stenbolê îfadeya 20 kesên ku di nav wan de rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl jî hene, ku 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatin binçavkirin, hatin girtin.

6 kes sewqî dadgehê hatin kirin

Piştî îfadeyên dozgeriyê ji 20 kesan 14 kes hat berdan. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Bakirkoyê Gonca Yangöz û Mehmet Akçîçek, Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Bulent Yildirim, Endamê Meclîsa Giştî ya HDK'ê Umut Kahraman Ezber hatin berdan. Zeynel Azadî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin.

4 kes hatin girtin

Kadriye Dogan û Gonca Yangöz ên ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan, derbarê Umut Kahraman Ezber, Zeynel Azadî, Mehmet Akçîçek û Bulent Yildirim de biryara girtinê hat dayîn.

Li aliyê din hat diyarkirin ku ji 20 kesên ku îfadeya wan ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin, bi heman awayî pirsên li midûriyeta polîsan a li ser şandina name û pereyan a ji bo girtîgehan hatine kirin.

'Em ê bi hevgirtinê bi ser bikevin'

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ku piştî binçavkirinan li ber edliyeyê daxuyanî da û xwest rêyên mezinkirina têkoşîna li dijî pêkanînên faşîst bê dîtin. Cengîz Çîçek wiha got:

“Ev dosya dosyayek vala ye. Hewl dan hêza civakê bitepisînin. Desthilatdariya ku qeyrana rêveberiyê dijî, tenê ji bo ku hêza  ji civakê bitepisîne, têkoşîna me dîsa kir hedef. Hûn ê bibînin, heval dê di demek nêzîk de di nav me de bin. Ev ne cara yekem e ku em van tiştan diceribînin. Werin em li kêleka hev bin. Em ê van rojan bi hevgirtinê derbas bikin."