Di encama topbarana dewleta Tirk û çeteyên wî de jinek hat qetilkirin
Li gundê El-Ferat ê Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hat topbarankirin, jinekê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Her wiha li Gundê Erebê Hisên jî jinek birîndar bû.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241205-20241205-20241205-almadt-jpg11a190-image-jpgb4f508-image-jpg523936-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Di êrîşa topbarana dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser gundên El-Ferat û Til Turin ên dikeve bakurê rojavayê Kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, jinek jiyana xwe ji dest da û 2 jin jî birîndar bûn.
Di êrîşê de Nadîma El-Hisên a 45 salî ji gundê El-Ferat jiyana xwe ji dest da, Seyda El-Ferec a 45 salî û Sarah Hec Hisên a 30 salî ji gundê Ereb Hesen birîndar bûn.
Jinên birîndar li nexweşxaneya Minbicê tên dermankirin.