Di encama êrişên dewlata Tirk de zarokek keç ya 15 salî birîndar bû

Dewleta Tirk bajarê Şêrewa û Şera ê Efrîn û derdora bajarokê Til Rifatê topbaran kir. Di encamê de zarokek keç ya 15 salî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan-Dewlata Tirk li xeta Şêrewa gundê Meyasê, derdora gundê Bircqasê, Soxanekê, Bênê, derdora gundê Ziyaretê, Dêr Jimêl, derdora Kampa Şehba ku li Kiştearê ye, Tinib, Kiştear, her wiha xeta Şera; Şêwarxa, Merenaz, Malikiyê, Elqamiyê, Til Rifat û derdora gundê Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê topbaran kir. 

Di encama topbarana li ser Kampa Şehbayê ya li Şêrawayê zaroka keç Lîlav Elî Bekir a 15 salî birîndar bû.