Êrîşên Îsraîlê ên li ser Xezayê di roja 307’an de ye

Êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê di roja 307’an berdevam dike. Herî dawî di êrîşan de 25 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bênavber didomîne. Di êrîşan de piraniya wan jin û zarok zêdeyî 39 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl li Xezayê Mahmud Basal daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di êrîşên  Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê kir hedef de 20 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de der barê mijarê de hat diyarkirin ku li bakurê Xezayê gelek noqte û mal hatin hedefgirtin û hat destnîşankirin ku 5 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û herwiha hat parvekirin Îsraîlê ji bo bakurê Xezayê ev 91 roj in ketina erzaq û pêdiviyên jiyanî asteng kiriye.

Her wiha hat ragihandin ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li bajarê Beyt Lahya ya li bakurê Xezayê de şewata mezin a ku di embarên malzemeyên spî û dikanên derdorê de derketibû, hat kontrolkirin.